Li Helebê pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê

Bi dirûşma “Bi lehengiya şehîd Rûken Zerdeşt em ê dagirkeriyê têk bibin û Çarşema Sor vejînin” Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîrozbahiyek li dar xist

Pîrozbahî li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin û bi sedan civaka me yên li Helebê, pêkhateyên taxê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Ocalan û peykerekî Laleş, hêkên rengîn hate xemilandin û meşale hatin pêxistin.

Hevseroka Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Gulê Xezal, Çarşema Sor li tevahî gelan û bi taybetî li civaka me yên li seranserê cîhanê pîroz kir.

Gulê Xezal diyar kir ku ev meh ji bo civaka me meheke pîroz e û bal kişand ser ku di vê mehê de hemû pêkhateyên Xiristiyan, Misliman jî cejnên xwe pîroz dikin û wiha pêde çû: “Ev meh ji bo hemû gelan pîroz e.”

Gulê Xezal berxwedana gel li Şehba û Şengalê ya li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewletên zordest û di serî de dagirkeriya Tirk silav kir û hêviyên xwe anî ser ziman ku sala 2021`an bibe sala azadiya Rêber Ocalan û rizgarkirina hemû herêmên dagirkerî.

Piştre koma zarokan û koma ciwanan ên Mala Êzidiyan hin sirûdên olî li ser Çarşema Sor xwendin. Dûvre Mala Êzidiyan hêkên rengîn ku yek ji rê û resmên girîng ên cejnê ye, pêşkêş kirin.

Her wiha komên hunerî yên girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê, koma Vejîn û Koma Yekitiya Hunermendan bi beşdariya hunermend Ehmed Xanî, stranên şoreşgerî û olî pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button