Li Şengalê pêngava paqijiyê hat destpêkirin 

Li Şengalê beriya Rojiyên Êzî ya Feqîran pêngava paqijiyê hate destpêkirin. Ji gelek sazî û dezgehên Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê û sazî û dezgehên Iraqê û rêxistinan têde cihê xwe girt.

Li Şengalê coş û kelecana bo Rojiyên Êzî ya Feqîran dest pêkiriye. Wek her sal îro jî pez tên serjê kirin û amadekarî tên temam kirin. sibê û pêve rojiyên Êzî bo 3 rojan tên girtin û roja dawî cejna “Rojiyên Feqîran” tê pîroz kirin.

Bi vê boneyê û bi wesîla Roja Xwebexş ya Cîhanê îro li navenda Şengalê xebatek bi wate pêkhat. Bo destpêka rojiyan seferberiyek bo paqijkirina kolanên Şengalê hebû. Paqijî di bin pêşengtiya Rêveberiya Meclîsa Xweser û Şaredariya Şengalê bi beşdarbûna sazi û hêzên Iraqê di demjimêr 10:00’an de destpêkir. Gelek sazî, dezgeh û rêxistinan di nav pêngava paqijiyê de cihê xwe girtin. Pêngava paqijiyê li gel şaredariya giştî ya Iraqê li Heyn Nisir destpêkir û heya dewra Yermok berdewam kir.

Balkêşbûna vê pêngavê ev bu ku hem hêzên parastinê, hem civak û sazî û dezgehên Şengalê bi hevre ketîbû seferberiyê û heman xebat dimeşandin.

Di serî de gelek sazî û dezgehên Meclîsa Xweseriya Demokratîk. Şaredariya Şengal û Asayîşa Êzidxan jî têde cihê xwe têde girt û beşdarî paqijiya bajêr bûn. Heman demî ji hêza Haşdî Şabî, ji Şirta (polîsên İraqê), Şaredariya Giştî ya İraqê, beşek ji rêxistinên li Şengalê jî amade bûn.

Ji Koma Mûzikê ya herêmî ya bi navê Firqa Mîrzo jî bi stran, saz û erebanên xwe beşdarbûn. Hûnermendên Şengalê Fehed Herbo û Wacîde bo piştgiriya pêngavê bi deng, reng û awazên xwe beşdar bûn. Paqijî bi tevlîbûna sedan şêniyan bi berfirehî pêkhat.

Tê payîn ku pêngava paqijiya Şengalê belavî gund û nahiyayan jî bibe û bê berfireh kirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button