KJK’ê ji bo jinên Efgan û Êzidî bangek nû kir

KJK: “Em bang li hemû jinan dikin ku ji 3’ê Tebaxê ya ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribû heta 15’ê Tebaxê salvegera duyemîn a ku Talîbanê li Efganistanê dest danîbû ser rêveberiyê em li dora slogana ‘Li hemberî êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ li hemberî feraseta mêran û êrişên wan em têkoşînê geş bikin.”

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê ji bo jinên Êzidî û Efgan bang kir û hate gotin; “Di salvegera 9’an a komkujiya Şengalê de ku li dijî gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn û koka Kurdîtiyê Êzidiyan hate kirin, di şexsê hevrê Mam Zekî, Nûjiyan, Zerdeşt û Bêrîvan de şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re em soza xwe dubare dikin ku ji bo avakirina Şengal a demokratîk em ê bixebitin û tola bi hezaran jinên dîl ketine destê DAIŞ’ê hilînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Paşverûtiya DAIŞ’ê ku dijminê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye, êriş bir ser nirxên mirovahiyê, hewl da ku her tiştên bi navê manewiyatê ji holê rake.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Gelê me yê Şengalê, ku bi rengê herî xurt nûnertiya nirxên mirovahiyê û vê manewiyata li Kurdistanê kir, weke gelekî ku nirxên xwe parastî, bû hedefa êrişên çeteyên DAIŞ’ê. Yên ku zerara herî mezin ji van êrişên paşverû dîtin jî careke din jin bûn. Bi gotina Rêber Apo, sîstema kapîtalîst digot ‘Destpêkê li jinê bixin’. Li dijî vê îdeolojiya dijberiya li jinê, Rêber Apo jî bi pîvana ‘Destpêkê jinê rizgar bike’ tevgeriya. Ev nêzîkatiya ku mejiyê mêr ê hegemon kifş kir û li ber rabû, bû hincet ku tecrîda li ser Rêber Apo hîn bêhtir bê girankirin, lê belê ev dengê ku rastiyê bilind dike, li tevahiya cîhanê belav bû.”

Koordînasyona KJK’ê işaret bi van xusûsan jî kir:

“Çeteyên DAIŞ’ê ku nûnerê herî hov ê mêrtiya hegemon in, jin weke xenîmeta şer dît, bi vî mejî dest avêt bi hezaran jinên Êzidî, weke nîşaneya herî mezin a barbariyê di nava qefesan de li bazaran firot. Aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî hînê nayê zanîn. Van êrişan nîşan dan ku ji bo gelê Şengalê bi taybetî jî jinên Şengalê yekane rêya xweparastinê Şengal a xweser û demokratîk e. Gelê me yê Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî ku di van êrişan de berdêlên giran dan, bi xwerêxistinkirinê bersiv dan vê komkujiyê û paşverûtiya DAIŞ’ê. Gelê me yê Êzidî ku di dîrokê de 73 ferman û komkujî lê hate kirin, xwe bi paradîgmaya Rêber Apo bi rêxistin kir û nehişt ku ferman ji wan re bibe mîna qederekê. Jinên Êzidî yên ku xwe li ser vê bingehê birêxistin kirine, ne tenê ji jinên Êzidî re pêşengiyê dikin, di heman demê de bi berxwedan û îradeya xwe pêşengiyê ji jinên Ereb ên Iraqî û tevahiya jinên li Rojhilata Navîn re dikin.

Jinên Afganî jî ji Tebaxa 2021’an û vir ve di bin heman feraseta paşverû ya hikûmeta Talîbanê de neçar man ku bijîn, mafê wan ê jiyanê, perwerde, tenduristî û kar ji destê wan hat girtin û jin nikarin bêhnê bistînin. Ev kom ne komên wisa ne ku bi tesadufî derketine holê, hema bibêje li her dera dinyayê wekî îdeolojiyeke dijminê jin û gelan, ev kom piştgiriya hêzên hegemon werdigirin. Dema ku rejîma AKP’ê ya faşîst êrişî Şengalê dike, çeteyên DAIŞ’ê alîkariyê dide wan, Talîban li Stenbolê civînan dike û ji ber ku AKP wan nas dike, ev jî girêdana di navbera wan de nîşan dide. Li Rojhilata Navîn DAIŞ û AKP, li welatên Efrîkayê yên wekî Nîjerya û Maliyê Boko Haram û li Efganistanê jî çeteyên Talîbanê hene û ev jî diyar dike ku têkoşîna yekalî ya li dijî êrişên mêran ên hegemon têr nake.  Pêwîst e ev zîhniyeta qirker a li ser jin û gelan hatiye pêşxistin bibe hedef û feraseta DAIŞ’ê ji holê bê rakirin. Ev jî ancax bi hêzeke rêxistinbûyî, bîrdozî û xweparastinê dikare pêk were.

Li ser vî esasî li ku dera dinyayê dibe bila bibe, ji bo ku jin careke din rastî qetlîameke wisa neyên, em bang li hemû jinan dikin ku ji bo avakirina paradîgmaya azadiya jinan diparêze, berxwedêr, ekolojîk tevlê bibin û xweparastina jinan xurt bikin. Navê wan DAIŞ, Talîban û Boko Haram çi dibe bila bibe, rêya ku wê me jinan ber bi azadiyê ve bibe û deriyê azadiyê veke, têkoşîna îdeolojîk, rêxistinî û xweparastinê ya li dijî van çeteyên mêtînger e.

Li ser vî esasî em bang li hemû jinan dikin ku ji 3’ê Tebaxê ya ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribû heta 15’ê Tebaxê salvegera duyemîn a ku Talîbanê li Efganistanê dest danîbû ser rêveberiyê em li dora slogana ‘Li hemberî êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ li hemberî feraseta mêran û êrişên wan em têkoşînê geş bikin. Jinên Êzidî û Efgan di serî de, divê em piştgiriyê bidin van hemû jinên ku di bin zilmê de dijîn, divê em tevî yekîtiya jinan, rêxistinbûna xwe, xweparastina xwe û çalakiyên xwe mezin bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button