‘Em jinên êzidî dê li dijî gefan tekoşîna xwe mezin bikin’

Jinên Şengalê dibêjin ku gef û planên dewleta Tirk ne nûne û gotin ewê li dijî gefan tekoşîna xwe bilind bikin

Di 9’ê Cotmeha sala 2020’an de li hemberî Şengalê ji hêla hikûmetên Bexda û Hewlêrê ve hevpeymanek hat îmzekirin. Divê hevpeymanê ya dijî nasname, hebûn û rêxistinbûna civaka me de gelek biryar cih digre. Li hemberî vê peymanê bertek û nerazîbûna xelkê me her diçe zêdetir dibe.

Ji bo çalakiyên li dijî peymanê jinên Şengalê jî bi tevlîbûnek bi hêz berteka xwe nîşan didin.

Jina bi navê Heyat Bedel ji jinnews re axivî û wiha nêrînên xwe parvekir; “Em ji van plan û gefan natirsin. Em ê têkoşîna xwe bihêz bikin. Gefên ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin ne nû ye. Dema mirov ji dîrokê bigire dest em ê bibînin ku bi dehan ferman ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve li hemberî civaka me û çanda me pêk hatiye. DAIŞ jî berhema fikrê wan bû, ew jî têra wan nekir piştî fermanê dubare bi plan û êrîşên xwe tunebûna civaka me armanc dikin.”

Bedel, di dewama nêrînên xwede diyar kir ku bila xelkê me bi gotinên wan ku tevgera azadiyê dike hincet nexape û wiha  domand; “Bila gel bi gotinên wan nexapin niha. Tevgera Azadiyê dikin hincet lê em baş dizanin ne wihaye. Li dijî ol, bawerî û zimanê din her tim şer dikin û dixwazin tune bikin. Ji xwe ew hebûna xwe li ser tunebûna civak û gelên bindest ava dikin. Em jî wê yekê tû carî napejirînin. Çi ji me were xwestin em wekê jinên êzidî amadene.”

Bedel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em helwest û polîtîkayên hîkûmeta Iraqê jî şermezar dikin. Ji ber ew dikarin rê ji gefan re bigirin. Lê her çiqasî bêdengiya xwe bi parêzin jî em dizanin ku ev der bê dagirkirin. Ji bo wê yekê em weke jinên Şengalê cardin van plan û hevkariyên qirêj şermezar dikin. Ez bang li tevahiya civaka êzidî dikim ku rabin ser piyan li dijî planên qirêj û gefan têbikoşîn.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Elyas jî ji heman ajansê re wiha axivî; “Ji bo me tevahî êrîşên dijminan weke fermanê ye ji ber armanc tunekirina me ye. Em jî weke xelkê Şengalê bi rêxistinî em ê parastina xwe bikin. Heza ku zarokên me daye me em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dijmin her difikire ku bi balafirên şer me bitirsîne û bê tunebike. Lê divê bizanin ku ev civak ji 74 caran bi fermanê re rûbirû mane. Niha gelek Êzidî windane, hêj li bazaran tê firotin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Gelo êdî çi ji me dixwazin.”

Niam Elyas wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta tirk rêxistinbûna me naxweze û dixwazin em bê parastin bimînin. Dixwaze carek din împaratoriya Osmaniyan avabike. Em ê ji vir şûnde jî ji bo xweseriya xwe çi pêwist be em ê bikin. Em tu carî paşve gav navêjin. Emê bi têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê derkevin. Ez bang li Êzidiyên Ewropayê dikim ku xwedî li Şengalê derkevin. Em tiştek ji hikûmetan naxwazin em tenê dixwazin li ser axa xwe bijîn.”

ÇAVKANÎ; NESRÎN HİSÊN – ELMAS NAYÎF-ŞENGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button