KCK: Ferzkirina Peymana 9’ê Cotmehê, tê wateya berdewamkirina qirkirina Êzidiyan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî civaka Êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand û hate gotin; “Berpirsiyariya dewlet û saziyên navneteweyî jî li hember gelê Şengalê heye. Gelê Êzidî civakeke xwedî baweriyeke resen e. Ev gel di dîrokê de rastî komkujî û qirkirinê hatiye. Ji bo rêveberiyeke demokratîk û hêzên parastinê, bawerî û çanda xwe bijîn divê her kes piştgiriyê bidin vî gelî. Peymana ku PDK serdestiya Şengalê dike, bi tevahî antîdemokratîk e û ferzkirina wê tê wateya berdewamkirina qirkirina Êzidiyan.”
KCK: Em Tevgera Azadiya Kurdistanê em ê heta dawiyê bi Şengal û civaka Êzidî re bin û em ê ji qetlîamkarên ku ev êş anîne serê civaka Êzidî hesabên dîrokî bixwazin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî civaka Êzidî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û diyar dikin ku em êşa civaka Êzidî di dil de hîs dikin. Em çeteyên faşîst û qirker ên DAIŞ’ê yên ku ev komkujî pêk anîn û yên ku bi wan re hevkariyê dikin, bi nefreteke mezin şermezar dikin.”
Di daxuyaniya hevserokatiyê de her wiha bal hat kişandin ser daxwazên xweseriya Şengalê û hat gotin, “Divê mafê gelê Şengalê yê rêveberiya demokratîk, xweparastinê, mafê jiyîna bawerî û çandê were destekkirin û biryarên wisa werin stendin. Gelên ku ji qirkirinê derketine xwedî mafekî wiha ne û ev mafekî pir rewa ye. Weke şertekî mirovbûn, xwedî exlaq û wijdan ev ku divê her kes xwedî li vê derkeve û piştgiriyê bide vî tiştî. Gelê Şengalê dixwaze di nava yekitiya Iraqê de bijî, vîna xwe ya demokratîk esas bigire û were naskirin. Tenê bi naskirina vî mafê rewa em dikarin bi gelên Şengalê re bin û em dikarin li dijî qirkirinê bin.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Berî 9 salan li Şengalê bi destê DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî komkujiyeke mezin hate kirin. Di vê komkujiya ku civaka Êzidî wê weke fermana 73’an bi nav dike, mixabin bi hezaran Êzidiyan jiyana xwe ji dest dan, dîl hatin girtin û êşên mezin kişandin. Em careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em êşa gelê Êzidî ji dil hîs dikin. Em çeteyên faşîst û qirker ên DAIŞ’ê yên ku ev komkujî pêk anîn û yên bi wan re hevkariyê dikin, bi nefreteke mezin şermezar dikin. Li pêşberî dîrokê em careke din diyar dikin ku weke tevgera azadiya Kurd em ê heta dawiyê bi gelê Şengalê û civaka Êzidiyan re bin û em ê ji qetlîamkarên ku ev êş bi civaka Êzidî dane kişandin, hesabên dîrokî bipirsin.
Civaka Êzidî civakeke wisa ye ku di dîrokê de ji ber baweriya xwe gelek caran rastî êriş û komkujiyan hatiye. Pir zehmet e ku mirov dîrok û jiyana civaka Êzidî yê di qirkirin û qetlîaman de jiyaye vebêje û sedemên ji bo ravekirina vî tiştî bibîne. Dev ji vegotinê berde, gelekî zehmet e ku mirov sedeman ji vî tiştî re bibîne, li vê rastiyê bifikire. Tişta ku li civaka Êzidî hatiye kirin, encax nêzîkatiya feraseteke kor, tarî û hovîtî ye. Feraseta tarî ya çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê ku bi fermana 73’an gelê Êzidî dane jiyîn vê rastiyê radixe ber çavan.
Li ser vê civakê gelek qirkirin hatiye kirin, gelek ferman li ser wan hatine dayîn. Berpirsyariya dîrokî ya hemû mirovayetiyê li hemberî vê civakê heye. Ev berpirsyarî ew e ku divê şert û mercên wisa werin avakirin ku civaka Êzidî careke din qirkirinan nejî, civaka Êzidî karibe bawerî û çanda xwe bijî û şertên wê yên rêveberiya demokratîk û parastinê were avakirin. Heke ev tişt were kirin wê li hemberî qirkirinê helwesteke rast were diyarkirin. Îroj pîvana nirx, rastî, exlaq, wijdan û hakaniyetê ya mirovahiyê nêzikatiya li hemberî Şengal û civaka Êzidî ye. Bêyî dîtina vê heqîqetê û nêzîkatiyeke li gorî wê, nabe ku behsa ti nirxên mirovî û wijdanî, edalet û demokrasiyê were kirin.
Tê zanîn ku hêzên dewleta Iraqê û PDK’ê li hemberî êrişa çeteyên DAIŞ’ê helwesteke çawa nîşan dan û Şengal ji qirkirinê re hiştin û Şengalê derketin. Heke gerîla ne li wir bûya û piştre hêzên YPG û YPJ’ê neçûna alîkariya gelê Şengalê wê komkujiyeke gelekî mezintir pêk bihata. Gerîla û hêzên Rojava yên girêdayî Rêber Apo pêşî li komkujiyeke mezintir girtine. Lê yên ku wê rojê li hemberî qetlîamê helwest negirtin, li Şengalê serdestiya xwe ferz dikin û dixwazin rêveberiya demokratîk û rêxistina parastina gelê Êzidî ji holê rakin. Ev heqaret û xeletiyek mezin e li gelê Êzidî. Li pêşberî dîrokê şermeke mezin e. Belgeya bi navê Peymana 9’ê Cotmehê ya ku li ser navê dewleta Iraqê di navbera hikûmeta Kazimî û PDKê de hatiye çêkirin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve piştgiriya wê hatiye kirin, belgeya vê heqaret û şermê ye. Ev peymana ku PDK serdestiya Şengalê dike, bi tevahî antîdemokratîk e û ferzkirina wê tê wateya berdewamkirina qirkirina Êzidiyan. Çi heyf ku nêrîna gelê Şengalê û saziyên demokratîk ên gelê Şengalê li ber çavan nayê girtin, yên ku gelê Şengalê bi komkujiyan re rû bi rû hiştine di nava xwe de li hev dikin û vê yekê li ser Şengalê ferz dikin. Ferzkirina li ser gelê Şengalê û bêhelwestiya li hemberî vê ferzkirin, qebeheteke ji sûcê qirkirinê mezintir e. Divê her kes di vê mijarê de helwesteke rast nîşan bide û dest ji ferzkirina li ser gelê Şengalê berde. Lê belê peymaneke ku îradeya gelê Şengalê li ber çavan bigire û rêveberiya demokratîk û parastina gelê Şengalê qebûl bike, dikare rast û rewa be.
Rêveberiya demokratîk û daxwazên parastinê ya gelê Şengalê rewa ne. Ji gelên ku di bin qirkirinê de ye û dixwaze bawerî û çanda xwe bijî, xwedî rêveberî û parastina demokratîk be, tiştekî rewatir û xwezayîtir nîn e. Ev yek li gorî qanûnên Iraqê jî û hiqûqa gerdûnî jî guncaw e û pêwîstiyeke vê ye. Li dijî vê yekê û bi hincetên cuda redkirina van daxwazan ne rewa ye. Ev jî li hemberî gelê ku rastî qirkirinê hatiye bêexlaqiyeke mezin e. Divê dewleta Iraqê dev ji helwesta xwe ya niha ya li hemberî ferzkirinên PDK û dewleta Tirk berde, van ferzkirinan qebûl neke, vîna gelê Şengalê bişopîne û pirsgirêkan bi diyalog û lihevkirinê çareser bike. Berjewendiya dewleta Iraqê ne di siyaseta PDK û dewleta Tirk de ye, lê belê berjewendiya gelê Şengalê di rêya diyalog û lihevkirinê de ye. Divê dewlet û saziyên navneteweyî, di serî de NY, piştgiriyê nedin vê ferzkirina ku rêz li vîna gelê Şengalê nagire. PDK; dixwaze Şengal di bin desthilatdariya wê de be, Êzidî jî xizmeta wî bikin. Li aliyê din dewleta Tirk xwedî zîhniyeteke dijminê Kurd e. Dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne. Zordest û mêtinger e. Bi zêdekirina bandora xwe ya li ser Başûrê Kurdistan û Şengalê dixwaze li ser Iraqê hegemonyayekê ava bike û siyaseta Iraqê dîl bigire.
Berpirsiyariya dewlet û saziyên navneteweyî jî li hember gelê Şengalê heye. Gelê Êzidî civakeke xwedî baweriyeke resen e. Ev gel di dîrokê de rastî komkujî û qirkirinê hatiye. Ji bo rêveberiyeke demokratîk û hêzên parastinê, bawerî û çanda xwe bijîn divê her kes piştgiriyê bidin vî gelî. Parlamento û hikûmetên gelek welatan biryara naskirina qirkirina Êzidiyan dan. Ev helwestên erênî û hêja bûne. Her wiha divê mafê gelê Şengalê yê rêveberiya demokratîk, xweparastinê, bi bawerî û çanda xwe bijîn jî bê destekkirin û di vî warî de biryar bên girtin. Gelên ku ji qirkirinê derketine xwedî mafekî wiha ne û ev mafekî pir rewa ye. Weke pêwîstiya mirovbûn, xwedî exlaq û wijdan divê her kes xwedî li vê derkeve û piştgiriyê bide. Gelê Şengalê dixwaze di nava yekitiya Iraqê de bijî, vîna xwe ya demokratîk esas bigire û were naskirin. Tenê bi naskirina vî mafê rewa em dikarin li gel gelê Şengalê bin li dijî qirkirinê bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN