Rêzefîlma ‘Şeva Ketinê’ rastiya Şengalê berovajî dike

Rêzefîlma 'Şeva Ketinê' ku li Hewlêrê hate kişandin, bû sedema nerazîbûnan. Rêzefîlm ji mijara veguhastina rastiyên komkujiyên li Şengal û Mûsilê derket û veguherî mijareke siyasî ku ji êşên bi hezaran Ezidiyan û Iraqiyan dûr ket ku di êrişên DAIŞ'ê de kişandine.

Nivîskar û sînarîstê ji Misirê Mejdî Sabir ji 3 salan ve hewl dide ku êrişên qirkirinê yên li dij Şengalê bi destê DAIŞ’ê pêk hatine, veguherîne xebateke drametîk ku cîhana erebî û îslamî bike heyrana wê. Navê xebatê, “Şeva Ketinê” ye ku derhênerê sûriyeyî Nacî Tohmê derhêneriya wî kiriye û gelek hunermendên ereb tê de cih digirin.

Di sala 2021 de amadekirina rêzefîlmê dest pê kir û di Remezana 2023’yan de hat pêşandan.

Bi pêşandana rêzefîlmê li ser kanalên Erebî re, bertekên dijber li hember wê derketin holê ku dîmenên wê ji rastiyê dûr in.

Ya ku bala civakê kişandiye di rêzefîlmê de, ew e ku bi awayekî zelal propagandaya siyasî hate kirin, hunermend û kadroyên wê senaryoyeke ji rastiyê dûr, qebûl kir.

Eger mirov vegere bûyerên rastîn ên li Şengal û Mûsilê, dê bibîne ku bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji herêmê reviyan û ereb, kurdên Êzîdî, turkmen û xiristiyan bi hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Çeteyan jî gelek komkujî li dijî şêniyan pêk anîn û eger ne ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gerîlayên çiyayê Kurdistanê ba dê komkujiyên bêhtir pêk bihatana. Van hêzan, korîdoreke mirovî vekir û bi hezaran êzidî ji qirkirinê xlias kirin.

Qasim Keşko ku yek ji rewşenbîrên Şengalê ye û kêlî bi kêlî trajediya Şengalê ya 2014’an jiyaye nêrîna xwe anî ziman.

Qasim Keşko wiha axivî: “Gelek dîmenên xapînok hatin pêşandan ku cîhana Erebî û ya Îslamî xapand; helbet hemû temaşevan êrişa li dijî Şengalê nejiyane, ji ber wê jî ew van derewên li ser televîzyonan bawer dikin.”

Keşko destnîşan kir ku ew bi rastî bi navê Êzîdiyan û doza wan bazirganiyê dikin û got: “Sibe em ê bibînin ku ew xelatan werdigirin û beşdarî konferansên cîhanî dibin, lê belê feyda ji vê durûtiyê çi ye?”

Keşko wiha domand: “Armanc ji bikaranîna doza Êzîdiyan û pêşandana rêzefîlmê di meha Remezanê de ew e ku bandorê li civakê bikin û rola pêşmergeyên xayîn li pêşiya raya giştî mezin bikin.”

Keşko diyar kir ku gendeliyeke wijdanî û exlaqî ye û got: “Cihê şermê ye ku derhêner û çêkerên rêzefîlmê li hotêlên Hewlêrê bimînin û îdia bikin ku ew piştgiriyê didin doza Êzîdiyan, gelo ew bi rastî êşên ku me li çian yayû di şikeftan de dîtine, hîs dikin? Ew qet ne durist in.”

Keşko wiha lê zêde kir: “Ji bo nîşandana bûyerên nerast wan bi mîlyonan dolar rijandin; li hember wê jî karmendên hikumeta Kurdistanê ji gelek mehan ve muçeyên xwe nestandine. Baştir e ku wan pereyan li karmendên belengaz belav bikin û bila dev ji mîna van xebatên dramatîk ên derew berdin.”

Keşko eşkere kir ku kadroyek rêzefîlmê jê re gotiye ku di hotêlên Hewlêrê de li ser daxwaza hikumeta Herêma Kurdistanê li hotêlan mane û hikumet lêçûna mayîna wan daye û ev agahî parve kirin: “Diviyabû sînarîst û derhêner û heta hunermend, li şûna ku serdana hotelên Hewlêrê bikiribana serdana Şengala bikirana bi xelkê trajedî jiyane rûniştabana. Li ser wê esasê senaryoya rêzefîlmê, binivîsandibana.”

Keşko piştrast kir ku YPG’ê ji Rojava korîdoreke mirovî vekir û ji bo parastina Êzîdiyan li kêleka gerîlayên PKK’ê fedakarî kir û got: “Xwîna wan lehengan tev li xwîna gelê me yê Şengalê bû. Em ji bilî vê rastiyê, tu rastiyeke din qebûl nakin.”

Keşko got: “Ji bilî navê xayînan tu navên din ji pêşmergeyan re tune ne. Wan Êzîdî bi fermana serdemê re rû bi rû hiştin. Li gorî texmînan, wê demê nêzî 8 hezar pêşmerge li derdora Şengalê hebûn, li belê ew ji hember bi sedan çeteyên DAIŞ’ê reviyan. Ev rastiyek e û çi dibe bila bibe lê nayê guhertin.”

Şeko wiha pê de çû: “Rastiya din ew e ku hevrêyên me Mam Zekî, Egîd Civiyan, Dilşêr, Erdal û Zerdeşt û hevrêyên wan, ew bi rastî parêzvanên Şengalê bûn, em wan tu carî ji bîr nakin.”

Di rêzefîlmê de lîstikvan Tariq Lutfî ji Misrê, Basim Yaxor ji Sûriyeyê, Sîba Mibarek ji Urdunê û Kînde Hene ji Sûriyeyê û hin lîstikvanên din ên Iraqî beşdar bûn, rêzefîlm jî li Hewlêrê û derdora wê hat kişandin.

ÇAVKANÎ: ANHA-NAVENDA NÛÇEYAN

 

Show More
Back to top button