TAJÊ: Em 104 welatiyên xwe ji bîr nakin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser komkujiya gundê Koço û got: "Em di şexsê şehîdên Koço hemû şehîdên fermanê bibîr tînin û soz didin ku emê wek jinên êzidî nehêlin ku dûbare fermanek li ser civaka me pêk werê"

Cenazeyê 104 welatiyên me ku di gorên komî de hatibûn derxistin îro bi merasîmek girseyî hatin veşartin.

Di daxuyaniy Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de wiha hat gotin: “Di serîde em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, di şexsê Şehîdên Koço de tevahî şehîdên 74 fermanan, şehîdên Êzidxanê bi bîr tînin û bi hûrmet bejna xwe li ber wan ditewînin. Civaka êzidî ji dîrokê de heta îro li gel 74 fermanan dev ji ax, av, welat, ol û baweriya xwe bernedaye. Her tim girêdana xwe ya bi bawerî û çanda xwe xurtir parastiye. Lê mixabin dijminê civaka êzidî di tevahiya dîrokê de her bi hovîtî êrîşî civaka me kiriye, ferman û komkujî pêk anîne.”

TAJÊ di berdewamiya daxwuyaniya xwede bal kişand ser fermana 2014’an pêkhatî û wiha pêde çu; “Herî dawî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi îxaneta pêşmergeyên PDK, ker û laliya cîhanê ya li beramberî civaka Êzidî, li axa pîroz Şengalê komkujiyek pêk hat. Bi dehan gorên komî hene, bi hezaran keç, jin, zarok, xort, pîr û kal ketin destê DAÎŞ’ê. Li bazarên Reqa û Mûsilê keç û jinên êzidî hatin firotin. Heta îro jî bi hezaren jin û keçen êzidî aqubeta wan ne diyare.”

TAJÊ got divê wek civaka Êzidî em bi xwe birînên xwe derman bikin û wiha daxwuyaniya xwe domand; “Gele me wê bi vegera li ser ax û warê xwe xwedî li şehîdan derkevin û bibin bersiv ji ferman û komkujiyan re. Bi taybetî wek TAJÊ, em ê heta dawiyê bixebitin heta ku fermana Şengalê li tevahî cîhanê wek jenosîd bê qebûlkirin û kesên sûcdar bên mehkumkirin.”

Daxwuyanî wiha hate bidawî kirin; “Fermana 2014’an bi dawî nebûye. Heya ku gorên komî li ser axa me hebin, keç û zarokên me aqubeta wan nediyar be û metirsiya li ser Şengalê berdewam bike. Her roj ji bo miletê me yê Êzidî weke fermanekê derbas bibê. Ji bo vê jî, di serî de wek jinên Êzidî û civaka Êzidî lazime em xwedî li ol û axa xwe derkevin, xwedî li şehîdên xwe derkevin daku em rêya jenosîdek din bigirin. Em dûbare di şexsê şehîdên Koço de hemû şehîdên fermanê bibîr tînin û soz didin ku em ê wek jinên Êzidî nehêlin ku dûbare fermanek li ser millete me pêk werê.”

Show More
Back to top button