Li Şengalê amadekariyên PADÊ yên ji bo hilbijartinê di dome

Li Şengalê kar û xebatên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de gelê Şengalê tevî namzetê xwe Şêx Semîr Derwêş bi konvoyeka wesayîtan li nava kolanan geriyan.

Di 10’ê Cotmeha 2021’an de wê hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê were lidarxistin. Ji bo hilbijartinê tenê demek kin ma û ji niha de, namzetên hatine diyarkirin dest bi propagandaya hilbijartinan kiriye.

PADÊ jî wê ji bo cara duyem bi awayeke fermî tevlî hilbijartinên Iraqê bibe. Di encama nêrîna hevpar a gelê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser de Şêx Semîr Derwêş weke namzet hate diyar kirin. Ji niha ve xebateke berfireh a ji bo danasîna bernameya hilbijartinê ya PADÊ li Şengalê destpêkiriye.

Divê çarçoveyê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li Şengalê dest bi propaxandaya hilbijartinê kir. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê da îro Şengalî li di nava liv û tevgereke girseyî debûn.

Gelê Şengalê tevî namzetê xwe Semîr Derwêş bi konvoyeke Wesayîtan li nav kolanên Şengalê geriyan.

Konvoyê ji Bajaroka Xanesorê despêkir. Gel li ber Meclîsa gel a Xanesorê li hev kom bûn berê xwe dan nahiya Dibûne. Konvoyê heya komalgeha Borik dewam kir. Li hemû Komalgehan konvo ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin û wesayîtên gel jî tevlî konvoyê bûn. Konvo di saetên şevê de bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞİNGAL

Show More
Back to top button