Çalakiya ‘Em hemû asayîş in’ 67 roj li pêy xwe hişt

Berxwedana xelkê me ya bi armanca statûya şengalê dayîna nasîn û li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û heman demî ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê ye 67 roj li pey xwe hişt.

Welatiyên me bi van daxwazên xwe li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane û çalakiya xwe bi biryardariyek mezin didomîne.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 67’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Ciwanê bi navê Xeyrî Hecî ji rojnews re axivî û da zanîn ku ev du mehin ji bo îradeya xwe li ber xwe didin û wiha pêde çu; “Bi vê çalakiya watedar re gelê me hîn zêde îrada xwe nas kir. Ev qas bêdengiya hikûmeta Iraqê, tê wê manê ku Iraq jî bûye hevkarê peymana 9’ê Cotmehê.”

Hecî bal kişand ser êriş û gefên dewleta Tirk û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha xwestiye gelê Êzidî ji nav bibe. Lê belê em gelekî li ser vê axê kevnarîn, her tim me li hemberî êrişan li ber xwe daye û emê dîsa li ber xwe bidin.”

Show More
Back to top button