Heso Îbrahîm: Îxanetkar ji berxwedêran hesab dixwazin!

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm bal kişand ser êrîşên li ser hêzên berxwedêr ên ku Şengalê parastine û got: “Dixwazin tola DAIŞ’ê ji hêzên berxwedêr vekin. Kesên îxanetkar hesab ji kesên berxwedêr dixwazin û dibêjin çima te li ber xwe da û şer kir!”

Di 13’yê Mijdara 2015’ an de navenda Şengalê ji aliyê  şervanên YPG-YPJ’ê û gerîlayên HPG’ê ve hate rizgarkirin. Di 7’emîn salvegera vî şerî de ku DAIŞ tê de hate têk birin, êrîşên li ser hêzên berxwedêr berfireh bûne. Di şerê li hemberî gerîla de bikaranîna gazên kîmyawî, gefên dagîrkirina Rojava û israrkirina pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê mijarên germ ên rojevê ne. Li ser van mijaran Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm nirxandinên girîng kirin.

13’yê Mijdarê salvegera rizgarkirina navenda Şengalê ye. Heso Îbrahîm rastiya vî şerî car din bibîrxist û got “Hêzên gerîla ji çiyayên azad berê xwe dan Şengalê û Şengal ji destê çeteyan rizgar kirin. Her wiha hêzên YPG’ê û YPJ’ê û tevahiya Rojava li Êzidiyan xwedî derketin. Di van rojên dawî de gef li ser Rojava jî zêde bûne.”

‘Dixwazin tola DAIŞ’ê ji hêzên berxwedêr vekin’

Heso Îbrahîm beriya her tiştî balê kişand ser êrîşên li hemberî hêzên berxwedêr ên ku Şengalê parastine û rizgarkirine û wiha axivî: “Em dibînin kesayetî, rêxistin û hêzên li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dan û şer kirin rastî şerekî eşkere tên. Sedemên vê dijminatiyê jî ew e ku hêzên serdest û hin hêzên li herêmê pirojeyên wan hebûn ku dixwestin bi riya DAIŞ’ê bibin serî. Piştî çete hatin jinavbirin dewletên ku berjewendiya wan di DAIŞ’ê de hebûn niha dixwazin tola xwe ji hêzên berxwedêr vekin.”

‘NATO destek dide vî şerî’

Heso Îbrahîm destnîşan kir ku li ser gerîlayên azadiyê şerekî bê exlaq tê meşandin û wiha berdewam kir: “Li hemberî gerîla gazên kîmyawî tê bikaranîn. Ev jî hesabê wê berxwedaniya ku gerîla li himberî DAIŞ’ê şer kirî ye. Ev şerê ku niha li hemberî hêzên şoreşger tê meşandin dibe di bin navê dewleta Tirk de be lê NATO bi xwe jî destek dide vî şerî.”

‘Kesê reviyayî ji kesê berxwedêr hesab dixwaze!’

Di demên dawî de bi taybet hin rayedarên PDK’ê û kesayetên li dora wan bi rêbazên cûda Şengalê û kesên di fermanê de Şengalê parastine hedef nîşan didin. Heso Îbrahîm li ser vê mijarê jî ev nirxandir kir: “Kesayetiyên berxwedêr jî tên hedefgirtin, kesên îxanetkar hesab ji kesên berxwedêr dixwazin û dibêjin çima te li ber xwe da û şer kir! Em dikarin namzetê PDK’ê Miheme Xelîl û rêvebirê nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê bikin mînak. Miheme Xelîl dû caran ji Şengalê reviya lê Xwedêda Çûkê li ber xwe da û heya dawî şer kir. Niha Miheme dibêje ezê hesab ji Xwedêda Çûkê bixwazim. Em dinêrin cîhan berevajî bûye! Yanî çawa kesê reviyaye ji kesê berxwedêr re bêje ezê hesab ji te bixwazim.”

‘Kesên DAIŞ bikaranîn niha vî şerî rêve dibin’

Heso Îbrahîm behsa rola hêzên navneteweyî ya di şerê niha tê kirin de jî kir û got: “Her heman kes in niha vî şerî birêve dibin. Yên hilbijartina Iraqê kirin û Peymana 9’ê Cotmehê îmzakirin jî her ev bûn. Kesên girêdayî Kazimî, Dewleta Tirk, Emerîka, hin welatên wek Qeter û Siûdî ne. Ew aliyên ku li hev kombûn û pilana êrîşa DAIŞ’ê û teslîmkirina Iraqê danîn ew kes in van karên niha jî birêve dibin.”

‘Plasschaert ji binemala Berzanî re kar dike’

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Heso Îbrahîm di dawiyê de bi van gotinan behsa rola taybet a Nûnera Netewên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir: “Nûnera NY’ê ya li Iraqê  tu eleqeya xwe bi karên mirovahî nemaye û bûye kesek ku bi taybet ji binemala Berzanî re kar dike. Di dema hilbijartina de, ji bo fermiyetê bide hilbijartinan seredana Başûrê Kurdistanê kir û li nava kampên koçberan geriya. Her wiha di Peymana 9’ê Cotemhê de jî hazir bû û rolekî sereke dît di îmzakirina vê peymanê de.”

ROJNEWS- ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button