Şehîdên komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir hatin bîranîn  

Bi merasimekê şehîdên komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir hatin bibîranîn. Di merasimê de ku YBŞ , YJŞ û Asayîşa Êzidxanê beşdar bûn soza tolhilda şehîdan hate dayîn.

14’yê Tebaxa sala 2007’an, li bajaroka Til Izêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê êrîşên dijwar ên bombeyî pêk hatin. Êrîş bi 4 wesayîtên bombebarkirî pêk hatibûn û komkujî pêk hatibûn.

Têkildarî hejmara qurbanî û birîndaran zanyariyên fermî nehatibûn dayîn, lê li gorî agahiyên ne fermî di êrîşan de li Til Izêr 350 û Sîba bi giştî 600 kes şehîd bûn û 700 kes jî birîndar bûn. Her wiha aqûbeta hinek welatiyan nehat zanîn. Dîsa ziyaneke gelekî mezin a madî pêk hat.

Di salvegera 14’an a komkujiyê de li nahiya Til Izêr merasimek bi heybet hate lidarxistin, di merasimê de ku YBŞ’ê jî beşdar bû soza tolhildana şehîdên Êzidxanê da. Merasim li cihê ku teqîn pêkhatî bi beşariya bi sedan kesî bi deqeyekê rêzigirtinê despêkir.

Di merasima ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû organîzekirin de  gelek peyam hatin dayîn. Her wiha şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê torenek leşkerî li darxistin. Di torenê de ji fermandarên YJŞ’ê Axîn Întiqam axivî. Di serîde şehîdên komkujiyê bibîr anî û got : “Ev êrîşên ji aliyê dijmin ve hatine kirin ji ber bê rêxistin bûna me bû, eger hêzên ku beriya teqînê livir rê liber rêxistinbûna me negirtibana, wê ev teqîn û ferman pêk nehatibana. Hêzên li vir erk û berpirsiyartiya wan bû lê bi erka xwe ranebûn  û civaka me ne parastin. Em wek YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê soza tolhildana şehîdan didin û em ê heya dawî gelê xwe bi parêzin.”

Piştî mersima leşkerî li ser navê Desteya Oldaran, Rêveberiya Xweser û Malbatên Şehîdên têkildarî komkujiya Til Izêr û Sîbayê ji axaftin hatine kirin. Di peyama malbatên Şehîdan de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku kesên bûne sedema fermanê, bêne ceza kirin. Her  wiha ji ber gorên komî ku heya niha jî nehatine vekirin rexne li hikûmetra Iraqê hate kirin û bang li  civaka Êzidî hate kirin jibo carekî din êrîşên bi vê şêwazî pêk neyên, bibin yek dest û rêxsitina xwe xurt bikin.

Piştî merasîma li Til Izêr gel seredana Gundê Ezêr û Sîbayê ji kirin û şehîdên komkujiyê bibîr anîn.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button