Dara Zivingê: Dara pîroz a şêwr û berxwedanê 

Dara Zivingê ku dikeve Deşta Warê Xidirê, di dîroka Êzidiyan de bûye dara pîroz a şêwr û mişawira Êzidiyan. Di 1892’an de dema Ferîq Paşa fermana Êzidiyan rakir û di 2014’an de dema DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir, pêşêngên civaka Êzidî di bin vê darê de kom bûn û biryara berxwedanê dan. Dara Zivingê niha hişkbûye lê berxwedana sedan salan hîna şîn e.

Di dîroka Êzîdxanê de gelek çîrokên fermanan û qehremanan hene. Dengbêjên Şengalê bi dehan kilam li ser van ferman û berxedanan girêdane. Ev kilamên ser dayînê lê sir nedayînê ne. Her ku ferman nû dibin, em navê qehremanên nû jî dibihîsin. Têkoşîna Memoyê Elî, tilîlîyên Zerîfa Osê û heya digihe Zerdeşt Şengalî û Dijwar Feqîr…

Êzdiyên rojperest ji bo bîr û baweriya xwe ya qedîm, di herîkîna dîrokê de rastî gelek êrîşên xedar hatin, lê dijmineke esasî ya civaka Êzidî heye ku ew jî dewleta Osmanî bûye. Qirkirina Êzidiyan bûye hesret di dilê Osmaniyan û neviyê wan Erdogan de. Di rûpelên dîrokê de berxwedana Êzidiyan a ji bo parastina çand, ol û ziman her li dijî Osmaniyan bûye.

Di 1892’an de Osmanî biryara qirkirina Êzdiyan didin. Ji bo fermana ser Êzdiyan Emer Wehbî Paşa tê erkdarkirin ku jê re digotin Ferîq Paşa. Di vê fermanê de ku piraniya Êzdiyan di Çiyayê Şengalê de bûn, bi hejmareka mezin a leşkeran Çiyayê Şengalê dorpêç dikin. Hedef ew bû ku Êzidî bê av û xwarin bimînin û ji neçarî teslîm bibin. Çawa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê dest danî ser kaniyên avê, bi heman awayî artêşa Ferîq Paşa jî dest danî ser kaniyên avê û bi vî şêwazî Êzidî tengav kirin.

Dara Zivingê, dara berxwedanê

Her kû diçû rewşa Êzdiyan ber bi zehmetiyê ve diçû, Êzdiyan biryara berxwedanê dan. Êzidî li gundê Zivingê li hev kom bûn û di bin Dara Zivingê de biryara berxwedanê dan. Li ser vê fermanê û berxwedaniya Êzdiyan, dengbêjên wê demê stranek girêdan ku di stranê de yek bi yek behsa berxwedêrên wê demê tê kirin. Bendek ji wê stranê wiha dibêje:

‘’Lê dayê dinya li me teng bû weka Tara Bêjingê. Gelek Hene şahid û mijwedê wî Dawidê Dawid Babê Îsa, Erê Milhimê Elî axa, gelî Bab û Bira îro xeberê bidin Mihemeyê Ebdû, Babê Saleh wê Sivokê Meto  Babê Berces , Osê Mejdîn, Kekê Xemê, Mehmûdê Osê, gelî bira mêrî çêbibe lephilînin. Bi xwedê şêwir û tekbîrên van  kurê ciwanmêre ketine raserî Geliyê Kersê, bin Dara Zivingê.

Belê di bin Dara Zivingê de, Osê Mejdîn kekê Xemê sê denga gazî dike Mihemeyê Ebdû, Babê Saleh, gelî bira mêrî çibe lebhilîna ew berê xwe ji bêlokê eskerê Firîq Paşa negerîna erz û eyalê şêrîn  metirsîne, gulî sohra vê sibê ji destê nezamê bifikîna. Belê xwedê zanibe destê me ji gulîsohrê me qutbû xwedê zanê di destê me de nemaye ji bilî mîratê darê tifinga.’’

Pêşengên civaka Êzidî di bin wê darê de kom dibûn

Dara Zivingê ku dikeve Deşta Warê Xidirê, li jordey Geliyê Kersê dareke gelek mezin e, ji ber mezinahiya wê darê di dema fermana Ferîq Paşa de bi pêşengiya Mihemeyê Ebdo, Sivokê Meto, Milhimê Elî Axa, Hemo Şero û Mehmûdê Osê li bin Dara Zivingê li hev kom dibin û plansaziya xwe ya şer û berxwedaniyê datînin. Di civîna di bin Dara Zivingê de biryar hate dayîn ku ji sê milan ve êrîşî ser dijmin bikin.

Ji aliyê Barê û Geliyê Şilo ku jê re dibêjin Kêdûka Xerbî, teslîmî eşîra Simoqiya kirin û bi pêşengiya Milhimê Elî Axa berxwedanî li vir hate kirin. Her wiha li aliyê rojhilatê Çiyayê Şengalê, eşîra Mihrakan li ber xwe dan û her wiha li bakûrê Çiyayê Şengalê jî bi taybet li gundê Bekira, bi pêşengiya Mihemeyê Ebdû berxwedanî hate kirin. Êzdiyan ji van her sê aliyan ve li dijmin dan.

Girê Ereba û topxaneya Ferîq Paşa

Li gundê Bekira, Mihemeyê Ebdo siwarê hespê dibe û êrîş dibe ser leşkerên Ferîq Paşa, ku topxaneya xwe li ser Girê Ereba ku dikevê jordey Komalgeha Borik danîbûn û ji wir Çiyayê Şengalê topbaran dikirin. Mihemeyê Ebdo xwe digihîne kesê topavêj û artêş neçar dimîne xwe ji vir vekişîne. Piştî ku artêş di eniya Bekira de dişkê êdî xwe ji tevahiya Çiyayê Şengalê vedikişînin û bi vî awayî berxwedaniya Êzdiyan biserdikeve.

Pêşengiya Zerîfa Osê û şikestina Osmaniyan

Lêkolînerên Êzidî û di stranan de jî dengbêj li ser vê fermanê behsa rola Zerîfa Osê jî dikin û dibêjin: “Ev ferman bi pêşengiya Zerîfa Osê û Mihemeyê Evdo hate şikandin. Ji ber dema ku Mihemeyê Evdo êrîşî ser eskerê Ferîq Paşa dike Zerîfa jî bi pey wî dikeve, ji bo moral bide wî û berxwedêran bi dengekî bilind dihilhilîne û li kêleka Mihemeyê Evdo êrîş dike, ji pey artêşa Osmaniyan venagerin heya digihînin ava Pêşxabûr û beşek ji wan ber bi Kerkûkê ve direvin.’’

Dara Zivingê heya roja me ya îro jî maye û di nava Êzdiyan de dareke pîroz e. Her çiqas ji ber kevnariyê dar hişkbûye û şikestiye jî lê kes destê xwe nade wê darê û gelek kes serdana vê darê dikin.

Ji oldarên Êzdiyan Şewêş Sîno jî behsa fermanên ser Êzdiyan dike û dibêje : “Ne tenê di fermana 3’ê Tebaxê de, di hemû fermanan de Çiyayê Şengalê bûye cihê berxwedaniya Êzdiyan. Dema DAIŞ’ê êrîş kir, çawa di fermana Ferîq Paşa de Êzdiyan xwe spartin Gundê Zivingê, di 2014’an de wê dîrokê xwe dûbare kir. Êzidî li vir li hev kombûn û ji heman cihî dîsa pilansaziya xwe ya şer danîn û êrîşî ser çeteyên DAIŞ’ê kirin. Çawa di sala 1892’an de Êzdiyan av ji kaniya Harûniyê dianîn, di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de careke din wê dîrokê xwe dûbarekir. Ji ber wê pêwîst e em li van cihan xwedî derkevin.  Eger em li çiya bin, em bihêz in, xwedî îrade ne û heya ol û çanda me bihêztir e.’’

Eger mirov tenê çîroka Dara Zivingê nas bike, ewê fam bibe ku Êzdiyan çiqasî li ber xwe dane ji bo parastina ola xwe ya kevnar. Dara Zivingê hişkbûye lê berxwedana sedan salan hîna şîn e û her ku diçe geş dibe.

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ROJNEWS ŞENGAL

Show More
Back to top button