Li Şengalê amadekariyên Cejna Nîsanê dewam dikin

20’ê Nîsanê wê li tevahiya Êzidxanê Çarşema Nîsanê were pîrozkirin. Li Şengalê amadekariyên ji bo pîrozbahiyê dewam dikin.

Şaredariyên Gel yên ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li derdora mezargeha Pîrê Ewra, dest bi pêngavek paqijiyê kirin.

Mezargeha Pîrê Ewra dikeve Bakurê çiyayê Şengalê û yek ji cihên bingehîne ku her sal cejna Çarşema Nîsan, bi hezaran kes serdanê dikin û Çarşema Nîsanê pîroz dikin.

Berpirsê Şaredariya Guhbel Siwarî Xidir liser armanca pêngava paqijiyê got; “Li Şengalê gelek cihên me yên pîroz hene û gel serdana wan deran dike. Bi taybet jî bi nêzbûna cejna Çarşema Nîsanê, hejmara xelkê li van herêman zêdetir dibe. Me jî wek şaredariyên Guhbel û Zorva dest bi paqijiyê kiriye. Em bang li xelkê xwe dikin derdorê paqij bigrin û dema serdanê de qirêjî li şûna xwe nehêlin. Emê cihên din jî paqij bikin.”

Endamê şaredariya Zorva Dilşad Şengalî jî got; “Em wek şaredarî li her derê xizmeta xelkê xwe dikin, her heftî ev der tê paqijkirin, lê ji ber cejnê me pêngavek giştî da destpêkirin. Divê gelê me girîngî bide paqijiyê, ji ber di ola Êzidiyan de paqijî, pîroze.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button