Civaka Êzidî bi namzetê xwe piştrast e

Li çar aliyên Şengalê liv û tevgerek bi kelecanî ya amadekariyên hilbijartinê heye. Komîsyonên PADÊ ji bo danasîna namzetê PADÊ Şêx Semîr mal bi mal digerin.

Hilbijartinên pêşwext ên Parlementoya Iraqê wê di 10’ê Cotmeha 2021’de pêk werin. Wekî gelek deverên Iraqê li Şengalê jî xebatên namzetan tên meşandin. Li Şengalê namzetê herî zêde derdikeve pêş jî, namzetê PDÊ Şêx Semîr e.

Komîsyonên hilbijartinê yên PADÊ li navenda Şengal, bajarok û komelgehên wê kar û xebat dimeşînin. Komîsyon rojane li nava gel digerin, bernameya PADÊ ji xelkê re vedibêjin û banga ku dengê xwe ji bo xwe bikar bînin dikin.

Endama Komîsyona Serlêdanê ya PADÊ Nesrîn Hiseyîn da zanin ku ew piranî li malên gundên Şengalê geriyane û eleqeyek mezin dibînin. Nesrîn Hiseyîn got: “Xebata ji bo hilbijartinê nêzîkî meheke didome. Ji gundê Til Benat heya gundê Xerab Sorik kar û xebatên me bi berfirehî didomin. Di gera me da welatî dibêjin ‘emê dengê xwe bidin Êzidiyan’. Bawerîya me jî ji gelê me heye ku dengê xwe bide xwe.”

Nesrîn Hiseyîn da zanîn ku namzetê PADÊ ji nav gelê Êzidî derketiye, lewma gel pir erênî nêz dibe û bi vê yekê jî pir keyfxweş in. Nesrîn Hiseyîn bal kişand ku piraniya malbatên wan ziyaret kirine gotine ku heya vê demê kesekê tiştek ji bo gelê Êzidî nekiriye, lê niha bawerîya wan heye ku Şêx Semîr dê biser bikeve û ji bo gelê xwe xizmetek baş bike.
‘Gel ji Şêx Semîr bi bawere’

Saleh Hesen ku ew jî di Komîsyona Danasînê ya PADÊ de cihê xwe digire, li ser mijarê ev agahî dan: “Gelê Êzidî êdî xwe nas kiriye. Malên ku em diçin piraniya wan bi rêzdarî nêzîkî me dibin û ji dil dibêjin emê dengê xwe bidin PADÊ.”

Saleh Hesen bal kişand ser baweriya civaka Êzidî ya li beramberî Şêx Semîr û axaftina xwe wiha domandin: “Heta niha namzetên ku çûne parlamentoya Iraqê tiştek ji bo gelê Êzidî nekiriye. Îro Şêx Semîr soz daye vî gelî ku ewê bêyî ferq û cudahî xizmeta civaka Êzidî bike. Gel ji Şêx Semîr bawere ku wê kedek li ber gelê xwe bide.”

Ji bo danasîna namzetê PADÊ Şêx Semîr serdanên malan ji aliyê komîsyonên PADÊ ve berdevam dikin.

ROJNEWS-ŞINGAL-ADAR AVESTA

Show More
Back to top button