PADÊ Şoreşa Rojava pîroz kir
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi daxuyanyekê 11. salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir. PADÊ ragihand ku xwedî derketina xelkê Rojava ya li civaka Êzidî, berhemê şoreşê ye.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi boneya 11. Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Em 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê li hemû bawerî, netew û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê karî bibe pêşeng ji bo civaka xwe û ji ser rêya tunebûnê vegerîne jiyanê. Yê ku girêdayî jiyana civakê û karîbu wan ber bi civakek exlaqî-politîk û demokrasiyê ve bibe, ji ber ku pişta xwe dabû fikir û felsefeya azad a Rêber Apo.
Herwiha Şoreşa Rojava bû şoreşek li dijî hemû dijminê mirovahiyê ku niha dixwazin gelan qir bikin û karî li hemberî wan şer bike, bi serbikeve.
Em wek Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê de di tewînin û di kesayeta wan lehengan de, hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin.
Xwedî derketina gelê me di 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi saya gelê me ê Rojava û gerîlayan ji qikirinê rizgar bûn, em wek encamên vê şoreşê di nirxînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN