TAJÊ: Şoreşa Rojava bûye ronahiya hêviyê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate gotin; “Hemû gel û baweriyên di sîwana Şoreşa Rojava de cih digirin, bi ruh, vîn û mejiyê hevpar xwe bi rê ve dibin. Şoreşa Rojava, ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên li Rojava û Sûrî jiyan dikin ên weke Erep, Suryanî, Ermenî, Êzidî  û hwd jî bûye roniya hêviyê.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

TAJÊ di daxuyaniyê de wiha got:

“Di salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em vê şoreşê li hemû gelên xwe yên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û gelê xwe bi hezkirin silav dikin. Em di şexsê şehîd Leman Şiwêş, Yusra Derwêş û Firat Tûma de, hemû şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.

Şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinê derkete pêş, di salvegera xwe ya 11’emîn de pêşketinên mezin nîşandan û ji tevahî mirovatiyêre bû mînak. Bêguman ev pêşketin hemû di encama têkoşînek mezin de derket holê û di vê têkoşînê de jî jinan rola pêşengtî lîstin. Şoreşa Rojava wek şoreşa 19’ê Tîrmehê derbasê dîrokê bû. Di 19’ê Tîrmehê de ev çirûsk li Kobanê hat pêxistin û belavî tevahî Rojava û gelek cihên Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava îro ji bo hemû jinên cîhanê jî bûye roniya hêviyê.

Li dijî pergala netew-dewlet ku dixwaze mirovatiyê kêlî bi kêlî ber bi tunebûnê ve bibe, Şoreşa Rojava hemû mirovahî parast. Şoreşa Rojava bi pergala netewa demokratîk di heman demê de bû wêneyeke herî xweşik a bi hev re jiyankirina gelan. Pergala netew dewlet ku di cîhanê de di nava qeyrana ku avakirî de difetise, her roj li dijî Şoreşa Rojava êrîşan pêk tîne. Pergala netew dewlet bi mejiyê zilamsalarî ve hatiye amadekirin û ji bo mirovatiyê ji derveyî şer, xwîn, rondik, mirin, kuştin û qetlîamê tişteke din ne aniye. Li dijî vê pergalê projeya Rêbertiya me ya bi navê netewa demokratîk hişt ku li Rojava gel û baweriyên cihêreng bi hev re jiyan bikin. Ev jî dîsa datîne holê ku pergala netewa demokratîk çiqasî bi hêz e.

Jin di Şoreşa Rojava de, ji qada leşkerî heta qada siyasî; ji qada civakî heta qada dîplomasî li her deverê jiyanê bi mînakên wêrekiyê yên mezin dane nîşandan û xwedî li Şoreşa Rojava derketine. Yên ku herî zêde fêmkirî ku Şoreşa Rojava bi keda Rêber Apo hatiye avakirin, jin bûn. Ji destpêkê jinên ku pêşengiya Şoreşa Rojava kirine, bûne hedefa êrîşan. Yên ku herî bi wêrek li dijî DAIŞ’ê şer kirin, jin bûn û îro ev jin li ber çavê hemû cîhanê bi awayeke nemerdane tên qetilkirin. Herî dawî di şehadeta Leman Şiwêş û Yusra Derwêş de jî ev rewş dîsa şênber bû. Eger di roja îro de xeteriya DAIŞ’ê hatibe astengkirin, ev bi saya jinan e. Ev jinên wêrek îro ji hêla zihniyeta faşîst a AKP-MHP ve tên hedef girtin û hemû hêzên cîhanê jî ji vê rewşê re bêdeng dimînin.

Hemû gel û baweriyên di sîwana Şoreşa Rojava de cih digirin, bi ruh, vîn û mejiyê hevpar xwe bi rê ve dibin. Şoreşa Rojava, ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên li Rojava û Sûrî jiyan dikin ên weke Erep, Suryanî, Ermenî, Êzidî  û hwd jî bûye roniya hêviyê. Li dijî zihniyeta faşîzan a yekperest, ev ruhê hevbeş heta roja me ya îro Şoreşa Rojava mezin kiriye.

Pergala dagirker ji bo ku êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojava bike her cûre rêbazên qirêj xistine dewrê. Herî dawî jî belayek weke DAIŞ’ê ji bo ku derbe li destkeftiyan bide derxist pêş. Li hemberî DAIŞ’ê ku li serê hemû mirovatiyê bibû bela, bi pêşengiya jinê berxwedanek mezin hate raberkirin û bi destê Hêzên Berxwedanê ya Rojava, mirovatî ji belayeke weke DAIŞ’ê hate paqijkirin.

DAIŞ’ê weke zihniyeta zilamsalarî ya herî şênber derket pêş, li dijî Şengalê jî êrîşên hovane pêk anî. Di van êrîşan de jî bi dehhezaran gelê me yê Êzidî hatin qetilkirin bi hezaran keç û xortên Êzidxanê dîl ketin destê çeteyên hov. Li Şengalê di binxistina DAIŞ’ê de hêz, moral û ruhê berxwedanê ya ji Şoreşa Rojava hatî girtin pir bi bandor bû. Hêzên YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên li ser Şengalê wek hêza parastina gelê Êzidî berê xwe dan Şengalê. Di pêngava azadkirina Şengalê de roleke mezin lîstin. Weke din jî li Şengalê di avakirina pergala Netewa Demokratîk de Şoreşa Rojava, mînak hatiye girtin. Di avakirina rêxistina Şengalê ya TAJÊ’yê de jî dîsa ruhê Şoreşa Rojava bandoreke mezin kiriye. Ji bo ku bi vî ruhî pergala xwe hîn zêdetir xurt bike, wê di nava hewldanên mezin de be.  Şoreşa Rojava ku îro ji bo hemû mirovatiyê bûye çavkaniya îlhamê ji bo Şengalê jî xwedî girîngiyeke mezin e.

Em dîsa salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin û bawer dikin ku wê ji hemû gelên Rojava re serkeftinên mezintir bîne. Em hemû gelên xwe dîsa silav dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button