Feleknas Uca bû cîgira Serokê Komîsyona wekheviyê

Parlamentera  HDP'ê Feleknas Uca, ku bi xwe Êzidî ye û ji Bakurê Kurdistanê bû cîgira Serokê Meclisa Parlamenteran a Komîsyona Jin û Wekheviyê ya  Konseya Ewropayê.

Hate ragihandin ku Feleknas Ûca li ser navê Koma Hevpar a Çepgir bûye cîgira Serokê Meclisa Parlamenteran a Komîsyona Jin û Wekheviyê ya  Konseya Ewropayê.

Guhdarên hêja Feleknas Ûca êzidiya ji bakurê Kurdistanê ye, li Elmanya bajarê Celle hatiye dinyayê û bi beşdarbûna xwe ya bihêz ji bo siyasetê tê zanîn.

Cara yêkê li sala 1999ê, li temenê xwe yê 22 saliyê, wekî nûnera 5ê ji şeş di rêzika neteweyî ya nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokratîk da jibo Parlemana Ewrûpayê hatîbu hilbijartin.

Ûca li Bakurê Kurdistanê wek parlamentera HDP temsîla civaka xwe dide berdewamkirin.

Show More
Back to top button