Gelê Şengalê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere, em ê li ser lingan bin

Li Şengalê konê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vedan, di roja xwe ya 5'an de bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin, "Her kes dizane li 3'ê Tebaxa 2014'an bi saya fikrê Rêpber Apo civaka me ji qikirinê rizgar bû. Ji ber wê jî em wek ciwanên Êzidî, azadiya Rêber Apo azadiya civaka xwe dibînîn û heya Rêbertî di nava zindanê de be em jî azad nabin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê hertim li ser lingan bin."

Di 21’ê Kanûnê de li komalgeha Dugurê a Şengalê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzdîxanê ve, bi armanca balê bikşînin ser tecrîda giran a liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konê çalakiyê hatibû vedan. Di nava 5 rojan de bi sedan xelkê Şengalê, endam û nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî tevî serok eşîrên herêmê konê çalakiyê ziyaret kirin û piştgriya xwe a ji bo çalakiyê dan diyarkirin.

Çalakiya kon îro bi daxuyaniyekê ku hijmarek mezin ji gelê herêmê beşdar bû, bidawî bû.

Di serîde Endamê Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê Serhet Şengalî axivî û da diyakirin ku wan wek ciwanên Êzidî ev yek wek erk liser milê xwe dîtin ku çalakyek bi vî awayî pêkbînin. Şengalî di dewamê de got: “Her kes dizane li 3’ê Tebaxa 2014’an bi saya fikrê Rêpber Apo civaka me ji qikirinê rizgar bû. Ji ber wê jî em wek ciwanên Êzidî, azadiya Rêber Apo azadiya civaka xwe dibînîn û heya rêbertî di nava zindanê de be em jî azad nabin. Li kuderê ev fikrê Rêber Apo bi pêşketibe, dewletên desthiladar û taybet dewleta Tirk a dagîrker wir dike hedef û naxwaze ku ev fikir belav bibe. Ji bo em karibin serokatî azad bikin pêwîste em hertim di nava çalakiyan de bin. Em spasiya herkesî dikin ku divê çalakiyê de destek daye me û seredana konê azadiya Rêber Apo kirine.”

Piştre jî liser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Miço axivî, di serîde spasiya ciwanên Êzidî kir ku bi çalakiyên xwe ji bo Rêber Apo her li ser piyanin û got; “Ji bo em karibin hîn zêdetir rêxistina xwe xurt bikîn û bigihîn azadiya xwe, pêwîste Rêber Ocalan jî ji girtîgehê derkeve. Ji bo ev yek pêk were jî pêwîstî bi tekoşînê heye. Em jî wek TAJÊ ji bo azadiya Rêber Apo heya dawî em ê li ser linga bin.”

Her wiha Berdevkê Desteya Serok Eşîrên Şengalê Nayif Şemo û li ser navê Rêvberiya Xweser a Şengalê jî Mûsa Qasim axivîn. Di axaftinên xwe de piştgiriya xwe a bi çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan re dan diyakirin.

Herî dawî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” çalakî hat bi dawîkirin.

Show More
Back to top button