Dû dayikên xwezaparêz, kedkar û xwedî berhemên kevnar  

Bêzê û Muhbet du dayikên xwezaparêz, kedkar û xwedî berhemên kevnar ên çandî ne. Hem ji bo debara xwe kar dikin û hem jî bi çêkirina alavên kevnar çanda xwe diparêzin.

Jin timî xwediyê taybetmendiya kedkariyê ne. Ev taybetmendiya jina kedkar û afirîner di nava Êzidiyan de jî her li pêşe. Di nava hemû berhemên civakî de reng û dengê jinê tê dîtin.

Li Şengalê jin êdî ne tenê xwe û zarokên xwe, her wiha civakê jî xwedî dike, bi berhemên xwe pêş dibe. Hevsengiya jin û xwezayê her dem tê ser ziman û ev ne tenê gotin e, lê heqîqet e ku di roja me de jî tê jiyîn. Me jî xwest em berê xwe bidin keda pîroz a jinê ku jiyanê dixemilîne. Me berê xwe da bajaroka Xanesorê ya Şengalê. Me pirsa karê keda dest kir û xelkê berê me da mala Dayê Muhbet û Bêzê Xelef.

2 dayik ji xwe re biheşteke biçûk ava kirine

Dema em derbasî cem wan bûn, bi dilekî tijî hêviyên jiyanê pêşwaziya me kirin. Yekser baxçeyê malê bala me kişand, ji ber di nava 150 metreyan de, biheşteke biçûk ji xwe re ava kirine û di nav de dixebitin. Dayê Muhbet û Bêzê Xelef bi keda destan alavên çanda kevnar a Êzidiyan bi ta û şûjinê çêdikin. Bi destê xwe tevahiya mala xwe xemilandine, ji kilîa derî heya serbanê malê…

Me dît ji xwezayê qet dûr neketine, nebûye xerîbê xwezayê. Bi hemû dar û berên xwe ve xwezayeke zindî xwe dide der. Ji bo parastina xwezayê dayê Bêzê û Muhbet kedeke mezin didin, lê ne tenê ji bo qezencê ji berhemên xwe bigrin vî karî dikin, armanca wan a sereke ewe ku xweşikî û bedewiyê bibexşin.

Dayê Muhbet hemû berhemên ku bi destê xwe hûnandine li pey hev rêz kirin ku bi van berheman debara xwe dikin. Dayê Muhbet û Bêzê ji bo karibin debara zarokên xwe bikin di malê de dixebitin. Muhbet Simo ji aliyekî ve bi karê xwe ve mijûl dibû, ji aliyekî ve jî ji me re behsa karê xwe dikir. Beriya fermanê 6 salan wan dest bi vî karî kiriye û piştî fermanê jî 8 sal, ango ev 14 sal in ku ev her du dayik bi keda destê xwe debara jiyana malbata xwe dikin.

‘Çêkirina berhemên kevnar ji bo me girîng e’

Dayê Muhbet diyar kir ku ji ber ku karekî pîroz dikin, ew kêfxweş in û hezkirina xwe ya kar wiha anî ser ziman: “Çêkirina berhemên kevnar ji bo me girîng e, ji ber ku her diçe ev tiştên çanda me ya kevnar di nava me de kêm dibin. Rast e, ji bo debara jiyana xwe em vî karî dikin, lê me heya astekê kariye, li berhemên ku beriya sedan salan dihate bikaranîn xwedî derkevin û biparêzin.”

Dayê Muhbet rexne li civakê jî kir ku wekî berê xwedî li berhemên kevnar dernakevin û got: “Niha xelk zêde berhemmên kevnar naxwazin, lê beriya çend salan gelek kesan ‘tifal’ dibirin ji bo ku nanê xwe di nav de biparêzin. Tifal ji ben çêdibe. Bi qasî metre û nîvekê dirêj û yek metreyê fireh e. Em her yekê ji wan bi qasî 50 hezar dînarî difiroşin. Ne tenê ji Şengalê ji derveyî welat jî hin cara ji me dixwazin.’’

Dayê Muhbet herî dawî jî destnîşan kir ku eger alîkariya wan were kirin ew dikarin vî karî berfirehtir bikin.

ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button