Li Bexda konferansa li ser qirkirina jinên Êzidî destpê kir  

Li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’destpê kir.

Li paytexta Iraqê Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlîbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din li hola Otela Bexdad destpê kir. Zêdetirî 100 jin tevlî bûne.  Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlîbûna jinên Iraqî pêk tê. Wê konferans heta êvarî berdewam bike.

Di nava hola konferansê de, wêneyên trajedîk ên fermana 3’yê Tebaxê ya li ser civaka Êzidî hatine hilawistin.

Wê di konferansê de 5 panel werin lidarxistin.

Panela yekem: Di jenosîdê de qirkirina jinan û qirkirina jinan tê wateya çi? Sedem û encama wê çine?

Panela duyemîn: Qonaxa êrişên komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an.

Panele sêyemîn: Li Iraqê sedema komkujî û qirkirina jinan.

Panela çaramîn: Berpirsyartiya hikûmeta Iraqê û rêxistinên navneteweyî çine?

Panela pênçemîn: Pêşniyar projeya Iraqa demokratîk û azadiya jinan weke li dijî komkujî û qirkirina jinan.

rojnews-Bexda

Show More
Back to top button