Îdo Şekir: Vegera Êzidiyan tê astengkirin 

Berpirsê Komîteya Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê diyarkir ku vegera penaberan ya ji bo Şengalê tê asteng kirin û got; “Beriya 3 mehan rojane 100 malbat vedigeriyan Şengalê, lê niha ji ber astengiya Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê ev rêje daketiye xwar

Beriya lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de xelkê Êzidî yên di nava wargehên Başûrê Kurdistanê de kom bi kom vedigeriyan Şengalê. Di encamê de bi sedan malbat vegeriyan jî, lê piştî ku lihevkirina Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê hate îmzekirin, vegera koçberan jî hate asteng kirin. Li gorî agahiyan, malbatên bixwazin ji nav wargehan derbikevin, divê serî li 7 saziyan bidin. Ev jî pêvajoyek dirêj jêre lazime û zû bi zû serdanên kesê nayên qebûl kirin. Tevî Iraqê biryar daye divê hemû wargehên penaberan werin valekirin û xelkê di nav de vegerin ser malên xwe, lê hîn jî wargehên dibin çavdêriya Hikumeta Herêma Kurdistanê de nehatine valekirin û vegera welatiyan tê asteng kirin.

Berpirsê Komîteya Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê Îdo Şekir li ser astengiya li ber vegera koçberan ji Rojnews re axivî. Şekir da zanîn ku beriya 3 mehan xwestekek mezin ya xelkê Êzidî ji bo vegera ser Şengalê hebû. Şekir diyarkir ku ev demeke ji bo vegera penaberan astengî tê çêkirin û wiha domkir; “Ji ber nefamkirina navbera Hikumeta Iraq û Hewlêrê de, di dema dawî de veger kêm bûye. Beriya 3 mehan rojane 100 malbat vedigeriyan, lê niha ev hejmar daketiye.”

Şekir di dewama axaftina xwe de ragihand ku Hikumeta Hewlêr û Bexda ji bo vegera penaberan propagandayek zêde dikir, lê bernameya wan tenê li ser ragihandinê tê meşandin. Şekir got ku di rastiyê ji bo vegera penaberan ti xizmetek nayê kirin.

Îdo Şekir balkêşa ser astengiyên li ber vegera penaberan û got; “Heya malbatek digihe ser mala xwe, di 10 seytereyan re derbaz dibe. Her seytereyek bi qasî saetekê malbatê dide sekinandin. Riya ku tenê 2 saete, nêzî rojek diçe.”

Şekir got ku ji dema komîteya wan hatî avakirin ve, 5 hezar malbat vegeriyane Şengalê û got; “Malbat vegeriyan, lê hikumetê soza xwe ya ji bo dayîna tanzîmatê pêkneanî. Ez bang li Iraq, saziyên mafê mirovan û rêxistinên xêrxaz dikim daku ji bo vegera Êzidiyan bibin alîkar.”

Rojnews/Îbrahim ÊzidÎ

Show More
Back to top button