‘Li hemberî êrişên qirkirinê em ê bibin tolhildan’

Gelê Kurd li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xist û êrişên li ser Şengalê protesto kirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî her roja Çarşemê dicive.

Di çalakiya îro de jî êrişên li ser Şengalê û civaka Êzidî hate şermezarkirin û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropayê hate protestokirin.

Di çalakiyê de Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer axivî û got “Dewleta Tirk a dagirker du roj in Şengalê bomberdûman dike. Li gorî hiqûqa navneteweyî bombekirina nexweşxaneyan sûc e lê duh nexweşxaneyek bû hedef. Ev qetlîam bi alîkariya dewletên navneteweyî hate kirin û Neteweyên Yekbûyî berpirsê vê qetlîamê ye. Em tola van êrişên qirkirinê yên li ser gelê xwe ji desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bistînin. “

Piştî axaftinan çalakgeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

ANF-CENEVRE

Show More
Back to top button