PDK li Şengalê banga şer dike, artêş mewziyan çêdike 

Tevî gelek hevdîtin û bangawaziya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li Şengalê rewşa aloz berdewam e û artêşa Iraqê li gelek cihan dest bi çêkirina mewziyan kiriye. PDK jî ji bo li Şengalê şer derbikeve, çi ji derstê wê tê dike.

Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de ji ber êrîşên artêşa Iraqê yên li hemberî Asayîşa Êzîdxanê şer û pevçûn destpêkiribû û piştî hin hevdîtin û hewldanan ji bo şer kûr nebe pevçûn sekinîbû. Di 21’ê Nîsanê de jî şandeyeke payebilind a leşkerî û îstîxbaratî hatibû Şengalê û bi nûnerên civaka Êzidî re hevdîtineke kiribû. Di vê hevdîtinê de, şandeya Bexdayê ji çareseriyeke bingehîn zêdetir helwestekê ku dixwaze rewşa heyî bicemidêne nîşan dabû.

Herî dawî duh Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi beşdariya hemû sazî û dezgehan, kesayet, eşayîrî û oldaran derbarê êrîşên li ser Şengalê de sekn û helwesta xwe ragihand raya giştî. Meclîsê diyar kir ku ji bo çareseriyeke bingehîn a di çarçoweya dewleta federal a Iraqê de amade ne lê eger êrîşên li ser Şengalê berdewam bikin ewê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Di vê çarçoweyê de hin hevdîtin û diyalog berdewam in lê heya niha jî gaveke berbiçav a ku vê rewşa aloz dawî bike ji aliyê hikumeta Bexdayê û artêşê ve nehatiye avêtin. Berevajî vê yeke, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê zêdetir dibe.

Artêş di nav malên sivîlan de mewziyan çêdike

Di rewşa heyî de artêş xwe hem li başûr hem jî li bakurê Çiyayê Şengalê berbelav kiriye û hêzeke mezin li gelek deveran bicih kirine. Li bakurê Çiyayê Şengalê bi taybet di xeta Dîgurê-Duhola-Borik û Guhbelê de, artêş hêza xwe zêde kiriye û dest bi çêkirina çeper û mewziyan kiriye. Artêşê li vê xetê gelek mewzîyên xwe di nav malên şêniyên vê heremê de çêdikin ku ev jî ji bo kesên sivîl xeteriyeke mezin e.

Her wiha seytereya Dîgurê ku beriya niha polîs û leşker bi hev re bûn, polîsên herêmê ji vê noqteyê hatine derxistin û tenê leşkerên artêşê xwe bicih kirine.

Li navenda Şengalê derdora Asayîşê tevgera zêde

Liv û tevgera artêşa Iraqê li navenda Şengalê û seranserê başûrê Çiyayê Şengalê jî zêde bûye. Artêşê li navenda Şengalê bi taybetî derdora navenda Asayîşa Êzidxanê tevgera xwe zêde kiriye. Wekû tê zanîn beriya niha jî gelek caran artêşê xwestibû derbasî vê navendê bibe lê ji ber berxwedana Asayîşa Êzidxanê û gelê Şengalê ev hewldan pûç bibûn.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin artêşa Iraqê bi taybet jî li dora gundê Heyalê û Sikêniyê ku ji bo parastina Şengalê stratejîk in, hem hejmara wesayîtên zirxî hem jî hejmara leşkeran zêde kirine.

Wesayîtên welatiyan rastî lêgerînê tên

Wekî din jî di ketin û derketina hemû gund, komelgeh û nahiyan de artêşa Iraqê an noqteyên pratîk danîne an jî bi wesayîtên zirxî xwe li ser rêyan bicih kirine. Ev jî dibe sedem ku gelê Şengalê bi dilrehetî nekaribin çûn û hatina xwe bikin û gelek caran jî wesayîtên wan rastî lêgerînê tê.

PDK bi hemû hêza xwe li pey derxistina şer e

Li milê din jî bi taybet PDK di nav liv û tevgereke mezin de ye daku zextê li ser artêşê çêke, zemîna provokasyonan amade bike û rê li ber şer û pevçûneke dijwar veke. Ji xwe ji 18’ê Nîsanê heya niha PDK û aliyên girêdayî wê, gelek caran bang li artêşa Iraqê kirin ku êrîşê Şengalê bike. Herî dawî jî nûnerê PDK’ê di Fermandariya operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa ebdulxaliq Tilet bi daxuyaniyeke fermî bang li hikumeta Iraqê kiribû ku li dijî Şengalê hêza çekdarî bikarbîne. Ango bi awayeke vekirî banga şer kiribû.

ROJNEWS-ŞINGAL

 

Show More
Back to top button