‘Heta niha ji aliyê hikumetê ve ti xizmet ji bo me nehatiye kirin’

Şaredariya Gel a Zorava ya Şingalê ev demeke ji bo hemû riyên gundê Zorava çêbike dest bi kar û xebatek berfireh kiriye. Heta niha gelek riyên serke û gundên ku riyên wan xirabûyî ji aliyê Şaradariya Zorava ve hatine çêkirin û  pêwîstiyê xelkê ya sereke bi cih aniye.

Şêniyên gundê Baxilêfê yên Zorava kêfxweşiya xwe bi riya Radyo me ji xizmetguzariya Şingalê anîn ziman û “gotin heta niha ji derveyî Şaradiyariya Şingalê ti kesek din xizemta me nekiriye.”

Weletiyê bi navê Jaro di destpêka axaftina xwe de sipasiya xwe ji bo Şaredariya Zorava anî ziman û got: “ ji sala 2003’an heta niha hikumetê ji me re ti xizmetek nekiriye. Me gelek caran serlêdana saziyên dewletê kirin lê belê tevî hemû daxwazên me û serlêdanên me jî heta niha ti bersiv ji me re nedan û ti carî girîngî nedan xizmetguzariyê.  lê bi avabûna Rêveberiya Xweser û Şaraderiya Şingalê re heta niha di aliyê xizmetguzariyê de hemû riyên gundan tên çêkirin. Ji ber ku ev rê nehatibûn çêkirin em her tim heyrî bûn û me gelek zehemtî dît. Ji ber zivîstanê pir herî bû zarokên me nedikarin biçin dibistanê jî. Çêkirina vê riyê ji bo tevahî vê taxê pir baş bû, êdî em dikarin rihet derkevin derve û di demsala zivistanê de jî êdî em mirteh in.”

Weletiyê bi navê Berekat Xudêde Semîr jî wiha kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “ Li vê derê me nêzî  50-60 mal in li vê taxê ne. Di demsala zivistanê de ji ber heriyê me nedikarin derkevin û biçin karê xwe. Heta bi seyarê jî me nedikarin biçin û werin. Heta niha ji aliyê hikumetê ve ti kesê girîngî nedaye ku ji bo vê rêke çêbikin, lê em sipasiya Şaredariya Zorava  ya Şingalê dikin ku îro hatine vê riyê ji bo me çêdikin û girîngî didin xizmeta gelê xwe. Êdî zarokên me ji ber çêkirina vê riyê wê rihet biçin dibistanê û werin. Em ê di vê zivistanê de ji ber çêkirina vê riyê rihet bin û dikarin rihet biçin ser karê xwe.”

Mixtarê Gundê Baxelifê yê Zorava jî Xelîl di serî de sipasiya xwe ji bo Şaredariya Zorava anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “ Her demsala zivistanê me ji ber heriyê nedikarin derkevin û di demsala hevînê de jî ber tozê ku radibû hedara me nedihat. Niha Şaredariya Zorava hatine riyê çêdikin û em gelek kêfxweş in û xizmeta xelkê xwe dikin. Ev demeke hemû riyên Zorava û gundên wê dane pêşiya xwe dest bi çêkirina wan dikin. Ev jî ji bo me gelek baş e.”

Herî dawî jî Xelîl banga xelkê Êzîdî kir ku vegerin ser axa xwe wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em bangî xelkê xwe yê derveyî Şingalê jî dikin ku vegerin ser axa xwe û xwedî li welatê xwe derkevin. Em dixwazin xelk vegerin Şingalê da ku em bikarin bi hev re Şingalê ava bikin û bila xelkê me bere xwe nedin welatên xerîbiyê. Axa û karê xwe dihêlin diçin ji xelkê re kar dikin. Yên ku axa xwe dihêlin û diçin bêrûmet in. Diçin dibin koleyê xelkê û ti qimeta wan namîne. Bila welatê xwe nehêlin û neçin dewlet û welatên cuda. Bila karê xwe di welatê xwe de li ser axa bikin ji bo wan hin baştire û ya herî bi rûmet e”

Radyo Çira Şingalê

Show More
Back to top button