Şahid û berxwedêrê Şengalê: Gerîla rê vekir, bawerî da gel

Yek ji şahidên fermana 2014’an û berxwedêrên Êzidxanê Haçim Hico, bibîr xist dema çeteyan êrîşî Şengalê kirine, artêşa Iraqê û pêşmerge reviyane,  lê gerîlayên azadiyê rê vekiriye, baweriya berxwedanê daye Êzidiyan. Haçim Heçî, xwest ku îradeya bi berxwedanê derketiye holê were naskirin

Haçim Heçî ji bajaroka Xanesorê ya Şengalê ye. Beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di artêşa Iraqê de leşker bû. Piştî fermanê ji artêşê veqetiya û tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bûye. Di berxwedana dijî êrîşa ser bajaroka Xanesorê de bi destê pêşmergeyên PDK’ê birîndar bûye.

Haçim Heçî, bi minasebeta nêzîkbûna salvegera fermanê, ji Rojnews re axivî û careke din bal kişand ser êrîşên wê demê û helwesta hêzên Iraq, PDK’ê. Haçim Heçî beriya fermanê di artêşa Iraqê de, li devera Baac û derdora Şengalê erkdar bûye. Her wiha hêzên Pêşmergeyan jî li wir bûne û herêm di destê wan de bûye. Dema DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de êrîşê Musilê kir û dagir kir, Heçî li sînor erkdar bûye. Haçim Hico dibêje çawa ku ketina Musilê hatiye bihîstin, artêşa Iraqê çek daniye û ji deverê reviyaye.

Piştî van bûyeran Heçî jî tevî foca (yekine) xwe ber bi Geliyê Şilo yê Şengalê ve çûye. Heci bi van gotinan rewşa wê demê tîne ziman: “Em ji sînor ber bi Deriyê Şilo ve hatin. Amîr Liwayê Şengalê, Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê hemû hatibûn wê derê. Foca me li wir sekinandin, nedihiştin yek derbas bibe. Nedihiştin em derbasî gundan bibin. Ez û 2-3 hevalên xwe bi tirimpêla leşkerî ber bi gundê Wehda ve çûn, lê gule li me reşandin.

Yek ji tiştên herî balkêş ku Haçim Heçî balê dikişîne ser ev bû. Musil ketibû bin destê DAIŞ’ê û xeteriya li ser Şengalê zêde bûye, lê berpirsên pêşmergeyan hemû çekên wan  kom kirine, cilên leşkerî ji wan girtine û ew şandine malê.

‘Destur nedan gel biçe Çiyayê Şengalê’

Heçî li ser helwesta pêşmergeyan a wê demê ev agahî dan: “Baweriya milet bi wan hebû, ji milet re gotin ‘emê we biparêzin’. Pêşmergeyan nedihişt milet biçe Başurê Kurdistanê. Milet dixwest biçe Çiyayê Şengalê, lê wan digot ‘na li malên xwe bin emê we biparêzin’. Mixtar û mezinên Êzidiyan jî baweriya xwe bi van sozan anîn û destur nedan ku gel biçe cihekî din.”

Li gorî Haçîm Heçî dema ev geşedan çêdibûn, çeteyên DAIŞ’ ber bi Şengalê ve diçûn û 20 roj beriya fermanê xwe gihandibûn Telaferê, Şengalê dorpêç kiribû. Lê hîn jî baweriya civaka Êzidî pê hebû ku dê pêşmerge wan biparêzin. Berpirsên pêşmergeyan jî digotin ku ew nahêlin DAIŞ bikeve Şengalê.

‘Êrîşan ji Sîba û Girzerik destpê kir’

Heçî got DAIŞ’ê dorpêça li ser Şengalê teng kiribû, ji Baacê heya Telafer, Zemar, Rabîa ketibû destê DAIŞ’ê. Pişt re êrîşa li ser Şengalê destpê kir. Şeva 2 û roja 3’ê Tebaxê, êrîşî gundê Sîba û Girzerik kirin. Pêşmerge vekişiyan, lê gel dest bi berxwedanê kir. Li gorî Heçî, gel bi çekên sivik carekê êrîşa DAIŞ’ê şikand, lê cebilxaneya wan nema û li Girzerik heya guleya xwe ya dawiyê şer kirin.

‘Gerîla hat, rê vekir, bawerî da’

10’ê meha Hezîranê artêşa Iraqê, 3’ê meha Tebaxê jî pêşmergeyên PDK’ê dest ji Şengalê berdan. Lê gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YPG/YPJ’ê bi hawara Şengalê çûn. Hico, destwerdena gerîlayan û encamên wê bi van gotinan anîn ziman: “Alîkariya gerîlayên HPG, YJA-STAR, YPG-YPJ’ê çêbû. Rê ji Êzidiyan re vekirin, şehîd dan. Hatina wan cesaret da xelkê. Beriya wê tirsek wisa hebû ku tu kes nikare DAIŞ’iyek bikuje, DAIŞ namire. Bi sedan însanan çek hebûn, lê ji ber vê tirsê nekarîn şer bikin. Bifikirin, yekî DAIŞ’î 70 kes esîr girtibûn, bawerî şikiyabû. Bi hatina gerîla re, cesaret çêbû, xortên Êzidiyan rabûn ser xwe.”

‘Ez jî tevlî YBŞ’ê bûm’

Bi hatine gerîla re, li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî jî hêza parastinê ava dikir. Berxwedan û şerê destpêkê li çiya çêbû. Gelek kesan malbatên xwe dibin cihên bi ewle û vedigeriyan, tevlî refên berxwedanê dibûn. Heçî bibîr xist ku YBŞ bi vî rengî ava bûye, ew jî tevlî bûye û wiha dom kir: “Ez û hevalek xwe tevlî refên YBŞ’ê bûn. Ji bo hamleyê rizgarkirinê me jî xwe amade kir. Baweriya me çêbû, me malbatên xwe anîn Çiyayê Şengalê û em tevlî rizgarkirina gundan bûn, xeta bakûr ji Xanesor heya Herdanê hate rizgar kirin. Gel vegeriya vê xetê.”

‘Li Şengalê şerê mal bi mal hate meşandin’

Heçî destnîşan kir ku piştî rizgarkirina xeta bakûr, pêngava rizgarkirina Şengalê destpê kir, ew jî tevlî bê pêngavê bûye, lê helwesta PDK’ê wê demê jî neyînî bû û wiha dom kir: “Şer mal bi mal, kolan bi kolan belav bû. Hevalan bi mehan di Şengalê de şer kirin, tax bi tax Şengal rizgar kir. Pişt re PDK hat, ji bo ku rûyê xwe spî bike, wekî ku wan Şengal rizgar kiribe tevgeriyan.” Hico piştre jî tevlî pêngava rizgarkirina başûrê Şengalê bûye û di rizgarikirina gundê Sikêniyê de cîh girtiye.

‘Pêşmergeyan hêza parastina Şengalê da’

Haçim Heçîda zanîn ku piştî rewş heta astekî aram bû, civaka Êzidî jî hêdî hêdî vegeriya herêmên hatine rizgarkirin. Bi taybet vegeriyane bajarokên Xanesor û Sinûnê. Heçî careke din bal kişand ser helwesta PDK’ê ya di vê demê de jî û wiha dom kir: “Pêşmergeyên PDK’ê ku di fermanê de pişta xwe dan Êzidiyan û reviyan, piştî xeteriya DAIŞ’ê nema, xwestin vegerin Şengalê. “Sala 2017’an li xeta navbera Xanesor û Sinûnê, xelk vedigeriya, rêxistin çêdibû, hêza leşkerî çêbû, xizmetguzarî pêş ket. Pêşmergeyên ku ev yek dît, xwestin vê îradeyê teslîm bigirin. Hatin bi YBŞ’ê re şer bikin û 3’ê Adara 2017’an şer derket. Wê demê xeta başûrê Çiyayê Şengalê ji Sîba, Tilezir, Girzerik, Tilbenat heya Koço di destê DAIŞ’ê de bû. Pêşmerge bi DAIŞ’ê re şer nekir. Lê hatin li hêza Êzidiyan bidin. Bi dehan şervan şehîd û birîndar bûn. Ez jî tevlî berxwedana Xanesorê bûm. Şerekî xiyanetê bû. Me bawer nedikir pêşmerge êrîş bikin. Ez li ser tirêmpêla doçkayê bûm û birîndar bûm. Di encamê de heval canê xwe kirin mertal û nehiştin pêşmerge bikevin Xanesorê.”

Heçî, li hemberî polîtîkayên dijî îradeya Şengal û hêza wê ya parastinê nerazîbûn nîşan da û ev rexne li hikûmeta Iraqê kirin: “YBŞ hêzeke li gor yasayên Iraqê hatiye avakirin, Şengal parastiye. Lê hêzên Iraqê û Pêşmerge çima di fermanê de şer nekirin, terka milet dan. Eger qanûn be bila li ser xwe bimeşînin ne li serê Êzidiyan. Çima îradeya civaka Êzidî nas nake û mafên wan ên bingehîn qebûl nake.”

Heçî herî dawî bang li hemû Êzidiyan kir ku yekîtiyê xwe çêbikin û Şengalê biparêzin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button