Jinên Êzidî: Azadiya me û Rêber Apo bihev ve girêdayî ye

Endamên Rêveberiya TAJÊ û Meclîsa Gel a Şengalê diyar kirin ku azadiya gelên bindest girêdayî azadiya fizîkî ya Rêber Apo'ye û gotin: "Azadiya Rêber Apo wê hem şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, hem jî bibe azadiya hemû bindestan. Niha em ji saya Rêber Apo li Şengalê ne."

Tevî daxwaza milyonan Kurd û gelên azadîxwaz jî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan nayê rakirin û sîstema êşkenceya li Îmraliyê her diçe dijwartir dibe û 36 mehin, agahî ji Rêbertî nayê girtin. Lê gelê Kurd ne tenê daxwaza rakirina tecrîdê dikin, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê xwe dikin.

Yek ji civaka dibin metirsiya qirkirinê de civaka Êzidî jî daxwaza azadiya Rêber Ocalan dike û ji bo di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ rojane çalakiyên cûrbecûr lidardixin. Endama Rêveberiya Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Bedel û Endama Meclîsa Gel a Şengalê Sînem Îbrahîm têkildarî girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ji bo gelên bindest axivîn.

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel û Endama Meclîsa Gel ya Şengalê Sînem Îbrahîm tecrîda li Îmraliyê rûreş kirin û gotin ew ê Rêber Ocalan azadiya gelên bindest hemûyan bi xwe re bîne; “Rêber Ocalan wê bikaribe azadiyê bîne tevahî Rojhilata Navîn.”

‘Azadiya Rêbertî wê dawî li şerê Rojhilata Navîn bîne’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel sedema tecrîdkirina Rêber Apo weke tirsa ji fikrên wî îfade dike û dibêje; “Hêzên komploger ji fikrên Rêber Apo ditirsin, lewma rê nadin dengê wî were bihîstin. Fikrê Rêber Apo azadî, dadwerî û demokrasiyê dixwaze. Ji ber vêya Rêbertî tecrîd dikin. Bi wî re hemû gelên bindest jî tecrîd dikin. Eger tecrîd were şikandin û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk were, wê gelên bindest jî azad bibin. Wê şer li Rojhilata Navîn jî bi azadiya Rêbertî bi dawî bibe.”

‘Bila CPT berpirsyariya xwe bicîh bîne’

Dayê Neam di heman demê de azadî ji hemû girtiyên azadiyê re jî xwest û got: “Em azadiyê ji hemû girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyeyê de ne dixwazin. Êdî bese, bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila CPT êdî bi berpirsyariya xwe re rabe.”

‘Em ji saya Rêbertî li Şengalê ne’

Endama Meclîsa Gel a Şengalê Sînem Îbrahîm jî helwesta xwe ya li dijî tecrîdê daye diyarkirin û got; “Milletê Êzidî deyndarê Rêber APO ne, eger ne ji fikrê Rêber Apo ba, yek ji me jî li Şengalê nedima. Divê em jî ji niha û pêve çalakiyên xwe zêde bikin da ku tiştek ji bo azadiya Rêber APO bikin. Heta Rêber APO azad nebe, wê gelên bindest jî azad nebin. Azadiya Rêber APO û ya me bi hev ve girêdayî ye. Ji vir heya Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button