2. Kongreya TAJÊ bi ruhê rizgarkirina Şengalê destpê kir

2. Kongreya TAJÊ bi ruhê rizgarkirina Şengalê destpê kir, Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ruhê rizgarkirina Şengalê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya ‘ Emê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’ 2. Kongreya xwe lidardixe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî weke bersivekî ji fermanê re di 7. salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe ya duyemîn lidardixe û ji bo mezinkirina rêxistinbûna xwe gavên nû diavêje.

Di kongreyê nêzî 250 delgeyên jin ên Êzidî û Ereb amadene, ji wargeha penaberan ya Mexmûrê jî wê jin tevlî kongreyê biban, lê Iraqê rê neda delegeyên ji wargehê derbasî Şengalê bibin.

Kongreya li hola navçeya Sinûnê destpê kir, bi cilên jinên Êzidî, dirûşmeyên berxwedaniya jinan hatiye xemilandin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan destê kir, piştre li ser navê TAJÊ Neam Ilyas axaftina vekirinê kir. Ilyas destpêkê xêrhatina hemû delegeyan taybet jinên Ereb kir û got; “Em kongreyê û rizgarkirina Şengalê despêkê li şehîdan, gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Bi taybet jî em vê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi saya fikir û felsefeya wî em îro bi hêzin. Em bi vê kongreyê dixwazin dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Fermanên li ser me bi dawî nebûne, îro bi hevkariya PDK’ê û êrişên dewleta Tirk dewam dikin, lewma pêwîstiya me bi mezinkirina rêxistinbûnê heye.”

Piştî axaftina destpêkê, dîwanên kongreyê hatin hilbijartin, Kongra Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ di van kêliyan de dewam dike.

ROJNEWS=ŞÎNGAL

Show More
Back to top button