Mala Êzidî Kovan li malbata wê vegerand

Piştî YPJˊê ew ji Kampa Holê rizgar kir, Mala Êzidî ciwana bi navê Kovan Xerto li malbata wê vegerand.

Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Meclisa Şengalê û YJŞˊê ciwana bi navê Kovan Îdo Xerto li Şengalê vegerand.

Mala Êzidî got: “Em spasiya YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hindrîn û her kesê alîkariya rizgarkirina Kovan ji qirêjiya rêxistina terorê kiriye û vegerandî malbata wê dikin.”

YPJˊê Kovan a ji gundê Herdan ê Şengalê piştî ku di Tebaxa 2014ˊan de ji hêla DAIŞˊê hatibû revandin, rizgar kir.

Kovan di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî de li kampa Holê hate rizgarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

02/03/2024 Demjimêr 20:58

 

Show More
Back to top button