PDK daxwaz ji Iraqê dike li dijî YBŞ-YJŞ’ê hêz bikarbîne

Nûnerê PDK’ê yê di fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir li dijî şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê hêza leşkerî bikarbîne.

Nûnerê PDK’ê yê di Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Tilet, di daxuyaniyek ji malpera fermî ya partiya xwere got, pêwîste lihevkirina 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê were bicihanîn. Berpirsê PDK’ê îdia kir ku ‘rewşa Şengalê di warê ewlehiyê de gelek xirabe.’

Berpirê PDK’ê di axaftina xwe de Yekîneyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Şengalê wek ‘Milîşia’ bi nav dike.

Ebdulxaliqê PDK’yî dibêje, “Li Şengalê hinek hêzên çekdar hene, ger ev hêz ji Şengalê dernekevin, pêwîste hikûmeta Iraqê li dijî wan hêza çekdarî bikar bîne û wan ji Şengalê derxîne.”

Daxuyaniya vî berpirsê PDK’yî di demekî de ye ku zêdetirî hefteyeke dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrişek dagirkeriyê kiriye. Her wiha li Şengalê jî PDK bi hevkariya hikûmeta Kazimî û dewleta Tirk alozî û tevliheviyan derdixin.

Her wiha Endamê Polîtbûroya PDK’ê Huşyar Zêbarî yê ku ji ber diziyê namzetiya wî ji bo serokomartiya Iraqê nehat pejirandin, şeva 22’yê Nîsanê li ser Twîttera xwe PKK’ê wek ‘Terorîst’ bi navkiribû. Lê ji ber nerazîbûnek mezin li dijî wî hat nîşandan, neçar ma wê peyama xwe rake.

ROJNEWS

Show More
Back to top button