‘DAIŞ`ê jinên Êzidî yên revandî birin Tirkiyê’

Necla Seîd Ismaîl 7 sal di nava sûc û binpêkirinên hovane yên çeteyên DAIŞ`ê de derbas kir. Necla ya ku ji DAIŞ`ê hatiye rizgakirin, azarên ku di dirêjahiya wan salan de kişandiye vegotin

https://www.youtube.com/watch?v=2gGT6iIhbGA&feature=emb_logo

Her wiha hêvî kir ku tevahiya jinên Êzidî di nav de xwişka wê rizgar bibin.

Jina Êzidî, Necla Seîd Ismaîl (23) ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ji şêniyên gundê Til Qeseb ê parêzgeha Şengalê ye. Tevî malbata xwe ya ku ji dê û bav, 7 keçan û 3 ciwanan pêk tê, li gund dima. Dema 17 salî bû, di êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Şengalê de, tevî malbata xwe hat revandin.

Necla piştî 7 salan hate rizgarkirin. Detayên azarên xwe ji ANHA`yê re vegotin. Necla got ku ew li Şengalê beriya êrişên DAIŞ`ê di nava ewlehiyê de bûn, di şevekê de dengê guleyan hate bihîstin û beriya ku çeteyên DAIŞ`ê bighêjin Şengalê, pêşmerge reviyan.

Necla hewl da bi kurdî biaxive, lê nikarî û bi erebî axivî ji ber ku di dirêjahiya van 7 salan de li gel malbateke erebî ya ji Iraqê maye.

Necla destnîşan kir ku piştî êrişê ew ber bi çiyê ve revîne û xwe spartine malekê. Lê Çeteyan êriş kir û ew revandin. Necla wiha domand: “Piştî ku çeteyan em revandin, jin, keç û mêr ji hev cuda kirin. Jin û keç birin çolistanekê li Musilê. Mêr jî birin girtîgehan. Piştre çeteyan jin û keç birin dibistanekê li bajarê Tileferê û li wir heta mehekê hatin girtin.”

SÛC Û BINPÊKIRINÊN DERMIROVÎ

Necla got çeteyan keçên ku temenên wan di navbera 10 û 15 saliyê de ne yek bi yek dibirin û destdirêjî li wan dikirin. Necla ew dîmena ku dema 5-6 çeteyan dest avêtin wan zarokan, bi hovtirîn dîmena ku di dirêjahiya emrê xwe de dîtiye wesifand. Necla jî ji wan sûcan nefilitî. Çeteyan li wê dan û bi kafiran bi nav dikirin. Digotin ku ew jin ji bo çeteyan helal in ku pê re bizewicin.

Necla destnîşan kir ku piştî fermana serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî ku “xanîmetan” parve bikin, çeteyan Necla û xwişka wê birin Beacê. Piştre bi zorê didin çeteyekî bi navê Xelef Cemîl ê berê zewicî û xwedî 5 zarokan e. Ew jî li şerê Baxozê piştî sê salan ji zewicandina bi Neclayê re hatiye kuştin.

Necla li tevahiya herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiribûn, digere, jê Beac, Reqa, Meyadîn, Baxoz, Basîra û heta taxa Xiwêran li bajarê Hesekê.

Necla ji ber çeteyên DAIŞ`ê gelek azar dikişîne, ji lêdan, xebergotin, zewicandina bi zorê û ferzkirina ola îslamê li ser wan. Necla diyar kir ku gelek keçên Êzidî ji ber sûcên çeteyên DAIŞ`ê xwe kuştin.

ÇARANÛSA MALBATA WÊ HÎNA NE DIYAR E

Necla da zanîn ku dê, bav, bira, ap û kurê wê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin, çarenûsa wan heta niha ne diyar e. 4 xwişkên wê ji çeteyên DAIŞ`ê revîne lê çarenûsa yek ji wan heta niha ne diyar e. Necla got ku beriya derdora 3 salan bi min re axivî û ji min re got ku ew li Tirkiyê ye. Piştre peywendî pê re qut bû.

Necla îşaret pê kir ku ji ber tirsa ji çarenûsa nediyar, wê ji çeteyan re nasnameya xwe eşkere nekiriye. Lê piştî ku înternêt li cem wê peyda bû, bi rêya facebookê bi xwişka xwe re axivî. Xwişka wê jî agahî da xizmên xwe yên li gundê Xirbet Xezal ê li nêzî navçeya Dirbêsiyê û piştre agahî gihaşt Asayîşa Jin. Asayîşê jî ew radestî Mala Êzidî ya li herêma Cizîrê kir.

Necla wê di çend rojên bê de radestî xizmên wê yên li Şengalê were kirin.

Necla di dawiya gotinên xwe de hêvî kir ku tevahiya jinên Êzidî yên di bin destê çeteyên DAIŞ`ê de ne rizgar bibin. Necla helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kudistanê li hemberî sûcên ku li dijî Êzidiyan pêk tên, şermezar kir û got: “Heke em bi tenê nehiştibana û nerevîbana, ev bi serê me nedihat. Lewra em tevahiya lihevkirinên ku li ser hesabê gelê Êzidî pêk tînin red dikin.”

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengal, navçe û gundên girêdayî wê kirin û komkujî li dijî Êzidiyan pêk anîn. Gelek kes hatin darvekirin, hatin kuştin û bi awayekî komî kirin bin axê. Gelek gor heta niha nehatine dîtin. Çeteyan jinên Êzidî revandin û gelek cureyên tundiyê û sûc li dijî wan pêk anîn.

ÇAVKANÎ; QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-ANHA

Show More
Back to top button