YBŞ’ê şehîdên meha Çileyê bibîr anîn

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê şehîdên meha Çile yên berxwedana Şengalê bibîr anîn û diyar kir ku ew soza xwe dubare dikin ku ewê armancên wan biser bixin û bîranîna wan kêlî bi kêlî jiyan bikin û zindî bihêlin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî bîranîna şehîdên meha Çile yên berxwedana Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. YBŞ’ê şehîdên meha Çile yên berxwedana Şengalê bibîr anîn û diyar kir ku ew soza xwe dubare dikin ku ewê armancên wan biser bixin û bîranîna wan kêlî bi kêlî jiyan bikin û zindî bihêlin. Her wisa em bang li gelê xwe yê hêja û dostên xwe dikin ku di şexsê van cangoriyên meha Çile de xwedî li tevayî şehîdên xwe derkevin. Di xeta wan de têkoşîna xwe mezin û geş bikin û hesab ji sîxûr û hevkarê wan bi pirsin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê wiha ye;

“Me bi Berxwedanan destpê kir, bi Zerdeşt û Hemîdan dewam kir, emê bi ruhê Azadan, Enweran û tevahî Cangoriyên meha Çileyê bi ser bixin’

Di sala 2014’an de dema ku DAIŞ bi piştgirî û hevalbendiya dewleta Tirk ya dagirker êrişî Şengalê kirî, bi armanca ku koka Êzidiya biqelîne, her tiştî tune bikin û tiştê ku bav û kalên wan Osmaniya nikarî bikin, ew bikin. Lê hevrêyên me Berxwedan, Zerdeşt, Dilşêr, Berfîn, Dilgeş û Nûjînan jêre gotin”rawestin” û ev êriş û planên wana pûç kirin û di qirika wan de hiştin û Şengal kirin goristan ji bo wana. Lê dewleta Tirk ya dagirker, ev hezim nekir û hemû pêşengên şerê dijî DAIŞ’ê kirine, kir hedef û hîn jî dike. Bi wateyeke din hesabê binxistina DAIŞ’ê ji pêşengên me dixwaze û tola wê radike. Dijmin dixwaze em weke gel û civak bê pêşeng bimînin, bê nasname bimînin, destkeftî û rêxistinbûna me tevî hêzên me têk biçe, ji bo vê armanca xwe serî li her rê û rêbazî dide. Ev jî pir eşkereye ku bê pêşeng mayîn, bê rêxistin û hêzên parastinê mayîn tê wateya koletiyê û serî tewandinê, di heman demê de pêşiya fermana vekirin. Hêzên me bi pêşengiya van Cangoriyan berdêlên giranbûha dan û di encamê wan berdêla de em îro xwedî destkeftî û nasnameyeke bi rûmetin.

Ideolojî û felsefeya Rêber Apo di civaka me de pir Egîd ava kir. Paradigmaya Reber Apo ya Modrnîteya Demokratîk nav civaka me de pir Egid ava kirin. Ew Egîd jî di dirokê de qehremantiyên mezin derxistin holê. Her meh ji bo me bi qehremantî derbas bû. Lewma meha Çile ji bo me wek civak û hêz, meha Cangoriya ye, meha mezinkirina têkoşînê ye, meha tolrakirin û xwedî derketina li doz û nirxa ye. Di vê mehê de me gelek hevrê, fermandar û pêşengên xwe yên hêja ku xwedî ked, helwest û dilsoziyeke bê sînor bûn, oxir kirin.

Di 25’ê Çileya sala 2015’an de fermandar û pêşengê me yê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hevalê Berxwedan Tolhildan şehîd ket. Em derbasî 9’emîn salvegera şehadeta wî dibin.

Heval Berxwedan yek ji avaker û damezrînerê hêzên me yên YBŞ’ê bû. Di demeke kurt de ji ber taybetmendiyên xwe yên wêrekî, dilsozî, jêhatîbûn û disiplîna cewherî; dîsa tevî ruh û hêza ji îdelojiya Apoyî girtîbû, bû fermadarekî pêşeng  di şerê li hember DAIŞ de.

Her wiha di 15’ê Çileya sala 2020’an de fermandar û zanayê me H.Zerdeşt Şingalî, dilsozê civaka me Pîr Hemîd, Hevrê Êzdîn û Cîlo bi êrîşeke nemerdane bi balafirên bêmirov ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve li gundê Dugirê hatin hedef girtin û di encam de tevlî nav karwanên şehîdan bûn. Em îro derbasî salvegera şehadeta wan ya 4’an dibin.

Hevalê Zerdeşt, bi nêzîkatiya xwe ya dilnizim, bi sekna xwe ya bi biryar û bi hêza xwe ya fikrî bandor li tevahî hevrêyên xwe kir û li ser vê bingehê bû xwedî ûslûb û rêbazeke mînak a fermandariya demê. Bi dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe re, bi nêzîkatiyên xwe yên rêzdar, di her demê de ji hevrê, dost û gelê me re çavkaniya moral û hêzê bû. Xwe li ser xeta Apoyî kûr kir û rastiya îdeolojîk, felsefîk û polîtîk a Rêber Apo di kesayeta xwe de şênber kir û bi vî rengî nûnertî û pêşengtî di qada leşkerî, diplomasî û îdelojîk de bê navber da meşandin.

Hevalê Hemîd, bi temenekî biçûk tevlî berxwedaniya Şingalê bû û bi lehengî li hember çeteyên DAIŞ şer kir. Di nav hevrêyên xwe de bi seknek bi coş, wêrek û bi biryar dihate naskirin. Ew bi ked û baweriyek mezin xwediyê doza xwe bû. Bi dilnizmî û fedakariya xwe Pîrê civaka me bû. Heya roja dawiyê jî bi ruhekî fedaiyane bi erkên xwe rabû. Li gel wî tû car dudilî an jî gav şunda avêtên nebû. Di her şert û mercî de rêhevalekî dilsoz, jîr û çalekvan bû.

Hevrêyên me Cîlo û Êzdîn jî du ciwanên pêşeng bûn. Hevalê Cîlo birayê fermandar Zerdeşt Şengalî bû, ew ciwan, aktîf û dînamîk bû. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedekar ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û rêzgirtin. Hevalê Êzdîn yek ciwanên ku di destpêkê de cihê xwe di nava avabûna YBŞ’ê de girt û li gelek qadan kar û erkên cuda girtin û pêk anîn. Şagirtê Dilşêr Herekolan bû. Bi fikir û ramanên Rêber Apo kesayeta xwe avakir û heya dawiya jiyana xwe erkên xwe bi hezkirineke mezin bi serketî pêk anîn.

Bi heman awayî di 21’ê Çileya sala 2021’an de fermandar û serkêşê me Azad Qîranî û hevalê me yê hêja Enwer Tolhildan bi êrîşeke tirsonek ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve bi rêya balafirên bêmirov li Geliyê Şilo şehîd ketin. Û em îro 3’emîn salvegera şehadeta wan jiyan dikin.

Hevrê Azad bi kesayeta xwe ya dilnizim ya derwêşane tevlî her karî bû, cudahî nexist navbera karên biçûk an jî mezin, ji karê herî biçûk ên li nav jiyanê bigre, heya çalakîyan, tevlîbûna operasyona, perwerde kirina hevalên xwe bi coş û moraleke mezin tevlî bû û di her karî de jî xwedî ked bû. Hevalê Azad di nava derya têkoşîn û wateya Tevgera Azadî de xwe wek dilopekê pênase kir û hewil da di nava vê deryayê de rola xwe bi serketî bicih bîne.  Heya dawî di vê çarçovê de li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derket.

Hevrêyê me Enwer ku pêşketina xwe esas girtiye, hem bi tevlîbûna xwe ya ji aliyê îdelojîk û hem jî bi xebatên piratîkî derketiye pêş. Tiştê meraq dikir ji hevalên xwe pirs dikir, niqaş dikir û ji ber van taybetmendiyên xwe zû pêşket. Bû pêşengê gelê xwe û tevlî gelek şer û hemleyan bû û heya kêliya dawî jiyana xwe li ser vê rêbazê bû.

Li ser vê bingehê di şexsê fermandar û pêşengê xwe yê şerê li dijî DAIŞ’ê de Berxwedan Tolhildan, fermandarê rizgarvan û tolvan Zerdeşt Şengalî, fermandarê çav netirs Pîr Hemîd, fermandarê derwêşane Azad Qîranî û hevrêyên me Êzdîn, Enwer û Cîlo de, em tevahî Cangoriyên xwe yên meha Çile bihezkirin û rêzdariyên mezin bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku emê armancên wan biser bixin û bîranîna wan kêlî bi kêlî jiyan bikin û zindî bihêlin. Her wisa em bang li gelê xwe yê hêja û dostên xwe dikin ku di şexsê van cangoriyên meha Çile de xwedî li tevayî şehîdên xwe derkevin. Di xeta wan de têkoşîna xwe mezin û geş bikin û hesab ji sîxûr û hevkarê wan bi pirsin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

21/01/2024 

Show More
Back to top button