Rêxistinbûna Jina Êzidî bû bingeha destkeftiyan

Jina Êzidî ya di nav çar dîwaran de heps kirîbû, piştî fermanê bi TAJÊ re xwe birêxistin kir û bu bingeha hemû destkeftiyan. Ji ber ku jin çiqas bihêz tevlî bû ewqas bi ewletir têkoşîna ji bo Şengala Azad û Xweser rûnişt.

Beriya fermanê;

Jina Êzidî wek li hemû qadên pergala baviksalar bê maf bûn, xwedî kêm derfetên jiyanê bûn. Rol û mîsyona wê tenê nesil berdewam kirin û malbatê saz kirin bû. Ji bilî vê rol û pêşengtî kirin, kar û xebatan de cîh girtin jêre zêde hatîbû dîtin. Ji ber 74 fermanan jî parastin û veşartina jin ji hêzên derve jî anîbû wê rewşê ku jin ji malê dernekeve. Ji xwe medreseyên dewletê Misilmantî ferz dikir, pergala zilamsalar jî tinê rolê xwe yê buna jina malê, dayîka zarokan jêre hiştîbûn. Ji ber vê yekê jina Êzidî pir bê parastin mabû. Ne dikarî zêde kar bike û debara xwe bike, ne dikarî çek fêr bibe ku pê xwe pêşerojê de biparêze. Ne dikarî karê çand û huner bike, rojnamegerî, ajokerî û hwd. bike. Hemû derfet jêre guneh û ne pêwîst dihate bilêv kirin û pêşî lê dihate girtin. Jin bê sazî û bê rêxistin bû.

Di encama van hemû xalan de jin bê îrade, bê parastin û bê çare hatîbû hiştin. Mehkûmî zilamê pêre zewicî, bav û birayên xwe mabûn.

Piştî fermanê;

Piştî fermanê bi hebûna hêzên YJA-Star û YPJ bo jina Êzidî yêkser dest bi kar û xebatên xwe bikare biparêze hatin kirin. Perwerdeyên çek bikaranînê hatin dayîn. Li ser fikir û ramanên Rêber Ocalan semîner hatin dayîn. Ji xwe şervanên jin yên YJA Star û YPJ hêviyek mezin dabû û jinên Êzidî xwe sparte wana. Bi çavê xwe lehengên jin dîtin, bi çavên xwe hêz û vîna jin dîtin û li xwe vegeriyan. Her ku çu jina Êzidî ji vê têkoşînê hes kir û jê bawer kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) sala 2019’yan kongreya xwe ya yekem bi 300 delegeyan pêk anî. Şandeyên TAJÊ- Rojava, TAJÊ ya derveyî welat û nûnerên saziyên civakî jî di kongreyê de amade bûn û nîqaşên pir girîng hatin kirin. Ew kongre bu vesîla xurt kirin û lez dayîna kar û xwebatên xwe.

Par jî TAJÊ kongreya xwe ya 2. bi ruhê rizgarkirina Şengalê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya ‘Emê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’ pêk anî.

Di çerçoveya kar û xebatên TAJÊ de li piranî nahiye, navçe û bajarokan li gel Meclîsên Gel, Meclîsên Jinên Êzidî jî hatin ava kirin. Di Meclîsên Jinên Êzidî de jin tên gel hev, pirsgirêkên heyî re eleqedar dibin û didin derbas kirin. Heman demî de bi dayîna perwerde, civîn, semîneran re xebatên xwe dimeşînin û her ku diçe xwe zêdetir digihînin jinên li Şengalê dijîn.

Bêguman avabûna TAJÊ bingeha gelek kar û xebatan jî vekir ku hemû di bin banê wê de hatiye rêxistin kirin. Yek ji wan xebatên girîng û stratejîk ya bi navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî ye. Piştî îlan kirina vê tevnê peywendiyên ji bo şopandin û anîna esîrên ji destê çeteyan dihatin rizgarkirin, ji bo malbatên wan de rolekî stratejik dileyîze.

Di xebatên jinên cîwan, ragihandin, tenduristî, akademî, dîplomasî, aborî, çand-huner û hwd. di gelek xebatan de sazîbunên rêxistinkirî hene û hemû bi beşdarbûna jinên Êzidî, ji bo jinên Êzidî û civakê kar û xebat dimeşînin.

Dîplomasiya TAJÊ li tevahî Iraq û cîhanê hatiye nas kirin û xebatên girîng dimeşîne. Ew jî bû vesîle ku rewşa jina Êzidî û pêşketinên heta îro jiyan dike baştir bê nasîn û zanîn.

Tajê herî dawî salên borî malperek xwe jî bi navê https://taje-shengal.com/ vekir û di wir de kar û xebatên xwe, hedef û armancên xwe parve dike.

Pêşketina TAJÊ ji bo Şengalê yek ji kar û xebatên herî stratejîk û jiyanîbûn ku bandora xwe pir bihêz pêkanî. Hêz û aktîfbuna jina Êzidî îro jî bi TAJÊ re her diçe bihêztir dibe. Jin ji bê îradebûnê derket û îro bûye xwedî îrade, xwedî gotin, xwedî sazî û rêxistinbûnê. Ev yek ji bo civaka Êzidî di têkoşîna azadiyê û naskirina statûya Şengalê de, bûye hêz û quweta herî bihêz.

SÎHAM ROJ-ROJNEWS

Show More
Back to top button