Peyama sazî û rêxistinên jinên Êzidî: Emê xwe bi fikirê Rêber Apo ji fermanan biparêzin!

Di beşa duyemîn a komxebata ‘Jin û Parastin’ ya jinên Şengalê de peyamên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, YJŞ-YPJ, Jinên Ciwan hatin xwendin û peyama: “Emê xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin bikin, ji fermanan biparêzin. Ji ber hêzên dema fermanê de ne ji Şengalê bûn, jin û civaka Êzidî rûberûyê qirkirinê hatin. Ji saya Rêber Apo niha jinên Ereb û Êzidî bihevre dibin heman sêwanê de tên gel hev, xwe rêxistin dikin û diparêzin’ hate dayîn.”

Komxebata ‘Jin û Parastin’ ya bi dirûşmeya, ‘Bi Jin Jiyan Azadî Me Li Berxweda, Şengal Rizgarkir Bi Tekoşîna Xwe em Diparêzin’ bi coşeke mezin dewam dike.

dayê Neam Ilyas
dayê Neam Ilyas

Piştî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi navê malbatên şehîdan dayê Neam Ilyas şehîdên rizgarkirina Şengalê da û wiha axivî: “Weke jinên Şengalê emê ji vir şûnve, piştî evqas fermanan, êdî zilmê qebûl li ser xwe qebûl nekin. Emê xweseriya xwe bidestbixin, me Şengalê bixwînê rizgar kir, emê bi xwînê jî azad bikin.”

Piştî dayê Neam Ilyas hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî şehîdên rizgarkirina Şengalê silav kir û bibîranî. Riham Hesen diyar kir, ewê weke jinên Şengalê xwe bi fikrên Rêber Ocalan rêxistin bikin û got: “Em yên bi rihê Apoyî xwedî li Şengalê derketin, silav dikin. Hîn jî metirsî li ser Şengalê heye, lê emê xwe bi fikrê Rêber Apo rêxistin bikin û bimeşin. DAIŞ dijminekî eşkereye, lê yê hevkariya wê kir herkes dizane PDK’ye û hîn jî li dijî Şengalê pîlanan çêdike. Emê bi hêza YJŞ’ê û xweparastina ji fermanan, pîlanên dijmin têk bibin û xwe rêxistin bikin. Em vê komxebatê pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.”

Nûda Şengalî
Nûda Şengalî

‘Emê dibin her şert û mercî de jin û gelê xwe biparêzin’

Peyama fermandariya YJŞ’ê jî ji aliyê şervana YJŞ’ê Nûda Şengalî ve hate xwendin. YJŞ’ê rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, hemû şehîdên pêngava rizgarkirinê û hemû kesên bûne xwedî ked pîroz kir û vê peyamê da: “Gerîlayên PKK û PAJK’ê bi destwerdaneke şoreşgerî pêşî li qirkirina Êzidiyan girtin. 12 hawariyên leheng xwegihandin warê derwêşan. Em hemû silav dikin. Lê divê em nebêjin, me rizgar kir, em rehetbin. Divê were zanîn av diraze, dijmin naraze. Hîn jî êrîş pêktên. Lewma divê em xwe li gorî vêya rêxistin bikin. Her gelek li gorî van metirsiyan tedbîrên xwe digirin. Xwe parastina ji fermanan erka me tevane. Ji her demê zêdetir berpirsyarî û erkên mezin dikeve ser milê me. Lewma weke hêzên parastina Şengalê em xwe ji her demê zêdetir amade dikin û bihêz dikin. Em amadene di her şert û mecî de gel û axa xwe biparêzin. Emê timî li ser xeta Rêber Apo û şehîdan bin.”

Suham Şengalî
Suham Şengalî

Jinên Ciwan: Emê bibin tirsek di dilê dijmin de

Peyama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê ji aliyê Endama Komîteya Amadekar ya komxebatê Suham Şengalî ve hate xwendin û ev peyam hate dayîn: ‘Ji bo em bibin tirsek di nava dilê dijmin de divê em xwe ji fermanan biparêzin. Em weke jinên ciwan xwe diber parastina jinan de berpirsyar dibînin.’

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn: Bê nan û av dibe, bê parastin nabe

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî peyamek bi dîmen şand komxebatê û xebatên jinên Êzidî yên xweparastina ji fermanan silav kir û vê peyamê da: ‘74 fermanên ku li ser civaka meya Êzidî hatî jiyan kirin jî di rastiya xwe de qirkirin, ji holê rakirina bawerî û çanda resen, ziman û dîroka herî kevnar ya koka Kurdîtiyê bu.

Rohilat Efrîn
Rohilat Efrîn

Bê guman Civaka Êzidî li hember tevahî fermanan serê xwe ne tewandiye li hember her cure êrîşê hertim çanda xwe zimanê xwe bawerî û rengê xwe parastiye. Emê ji bîr nekin, enceq bi rihê parstina nirxên Şehîdên berxwedana Şengalê bi hêrsa her dayik û keçeke xwe ya di fermanê de êş kişandiye emê tola fermana 74’an hilînin. Weke Hêzên YPG û YPJ’ê em jî li ser vê axê tekoşîna parastina gelên li herêm didin meşandin û em weke fermana 3’yê Tebaxa 2024’an cardin amadene li dijî herêrişekê parstina Civaka Êzidî û Jinên Êzidî bikin. Em cardin dibêjin bê nan û av dibe lê bê parastin nabe. Em dubare dibêjin divê li dijî her cure êriş û dagirkeriyê jin berê xwe bidin parastinê em cardin tevahî Şehîdan bibîrtînin û we silav dikin.’

Wê di beşa duyemîn a komxebatê de semînerên bi kurmancî û Erebî werin dayîn û paşê derbasê nîqaşan bibin.

Show More
Back to top button