Bi dronan êrişî Balyzoxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê hat kirin

Li paytexta Iraqê Bexda ya bi dronan êrişî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin. Balyozxaneya Emerîka eşkere kir ku dron ji aliyê sîstema parastinê ve hatine tinekirin

Balyonxaneya Emerîka ya Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di saetên sibehê de sîstema van a parastinê êrişa bi dronan pûç kir.

Balyonxaneya Emerîka ya Bexdayê diyar kir ku wê li gel Iraqê li ser mijarê lêkolîn bikin û ji bo parastin û selamentiya karmendên balyozxaneyê serî li hemû riyan bidin.

Li gorî medya Iraqê êriş bi sê dronan pêk hatine û hersê dron jî hatine bêbandor kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Baregeha Eyn El-Esed a parêzgeha Enbar ku leşkerên Emerîka lê dimînin duh bibû hedefa mûşekan.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button