YBŞ: Wekî 7 salên berxwedanê emê bersiva her êrîşekê bidin

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê destnîşan kir ku Tirkiye û hevalbendên wê ku destek dabû DAIŞ’ê, bi êrîşên xwe yên niha jî dixwazin fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi encam bikin, lê bersiva her êrîşek bidin û got: “Çawa me weke hêzên YBŞ/YJŞ’ê di 7 salên derbasbûyî de bi pêşengiya şehîdên mezin bersiv da fermanan, îro jî emê bersivê bidin van êrîşên dagirkeriyê.”

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi minasebata salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di van rojên ku em 7’emîn salvegera fermana 73’yemîn a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dijî gelê me pêk hat de, em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê, di sala 8’emîn de bi pêşengiya şehîdên xwe yên mezin Ş. Mam Zekî, Ş. Egîd Civyan, Ş. Dilşêr Herekol, Nûjîn Amed, Ş. Berxwedan, Ş. Zerdeşt, Ş. Nazê re berxwedaniya xwe mezin bikin û Iraqa Federal a Demokratîk û Şengala Xweser ava bikin.

Gelê me û hemû gelên cîhanê bi fermana 73’yemîn re dîtin ku gelên bi komkujiyê re rû bi rû mane ji ber ku xwe bi rêxistin nekirine û hêza xwe ne afirandine her tim bi komkujiyan re rû bi rû mane. Gelê me wekî ku di dîroka xwe ya maqûl de jiyan kiriye her dem xwe spartiye hêzên cûda. Di fermana 73’yemîn de gelê me baweriya xwe bi PDK’ê anî bû, lê PDK’ê  pişta xwe da gelê me û bi fermanê re rû bi rû hişt. Ev nîşan dide ku hêzek, tevgerek û gelekî ku xwe bi hêza xwe ve girê nede wê her tim bi komkujiyan re rû bi rû bimîne. Gelê me ji fermana 73’yan û komkujiyên li ser wê hatine kirin dersên mezin derxistine û bi pêşxistina rêxistinbûna xwe û xwe spartina hêza xwe ya cewherî di çarçoveya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de li herêmê rol dilîze. Gelê me baş dizane ku ancax bi paradîgmaya Netewa Demokratîk dikare bersiva komkjî û êrîşan bide, Iraqa Federal a Demokratîk û Xweseriya Şengalê pêk bîne. Em ancax bi pêşxistina rêxistinbûna xwe ya cewherî, di bingeha parastina cewherî de dikarin li hember êrîşan bisekinin.

Hêzên me YBŞ û YJŞ’ê hem di azadkirina Şengalê, him jî parastin û aşitiyê de roleke mezin lîstin. Di van 7 salên derbasbûyî de, ji ber aramî û ewlehiya Şengalê, vegera gelê me çebûye û hîn jî berdewam e. Heya niha, bi hezaran malbatên me vegeriyane Şengalê. Ev di dîroka Êzidiyan de cara yekem e. Di fermanên berê de, derfeta gelê me ya vegera ser xaka xwe nebû, piştî her fermanê, gelê me neçar ma ji axa xwe koç bike. Lê piştî fermana 73’yan, bi berxwedana mezin a YBŞ û YJŞ’ê û gelê me, ev dîroka gelê me qediya û bû wesiyela vegera gelê me. Ev berxwedanî ji bo gelê me û hemû gelên herêmê bû bingeh ku xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe biafirînin û jiyaneke aramî bimeşînin. Bêguman, para herî mezin a vê yekê berxwedana bi rûmet a şehîdên me ye. Em bi berxwedan û têkoşîna Şehîd Mam Zekî, Egît, Dilşêr, Nûjîn, Berxwedan, Dilgeş, Bêrîvan, Nûjiyan, Zerdeşt, Nazê û 400 şehîdên me hatin vê rojê.

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê ku planker û pêkanînerên fermana 73’yemîn bûn, dixwazin bi êrîşên xwe fermana 73’yemîn bigihînin encamê. Em pêvajoyeke ku fermanê re rû bi rû ne jiyan dikin. Dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê ya li herêmê PDK, dixwazin bi peymana Hewler-Bexdayê fermanê bigihînin encamê. Bi peymana Bexda-Hewlerê ya 9’ê Cotmeha 2020’an hatibû îmzekirin, xeyalên kesên ku dixwestin fermana 73’yan bi encam bikin derketin holê. Di 9’ê Cotmehê de kesên di fermana 73’yemîn de rol lîstin, ji bo ku fermanê bidomînin, êrîşên li ser keda şehîdan û gelê me didomînin. Lê çawa ku me bi berxwedana mezin a hêzên YBŞ/YJŞ û gelê xwe fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bê encam hişt û Şengal azad kir, îro jî em ê bi pêşengiya berxwederên bi rûmet dijî van êrîşan bisekinin û vala derbixin. Qirker heta ku armancên xwe pêk bînin wê êrîşên xwe bidomînin. Ji ber vê sedemê, xeteriya fermanê di serî de ji bo gelê me, hemû gelê Kurd û gelên herêmê didome.

Xûya dike dewleta Tirk ku duh piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê û êrîşî Êzidiyan kir, niha jî piştgiriyê dide PDK’ê û bi ser gelê me û şervanên azadiyê de di ajo. Em ji van hêzên dagirker re dibêjin; eger ev êrîş bidomin, em wek hêzên YBŞ’ê bêdeng namînin. Emê li hember kesên ku axa Kurdistanê pêşkêşî Tirkan kirine û yên êrîşî axa Iraqê kirinê bêdeng nemînin. Ger êrîşek li ser bihostek axa Iraqê hebe, emê parastina Iraqê wek erka xwe bibînin. Em ji wan kesên dixwazin vê xaka ku me bi xwîna 400 şehîdan rizgar kiriye re dibêjin; emê têkoşîna şehîdên xwe bi hêztir bikin û berdêla wê çi dibe bila bibe emê vê xakê biparêzin. Divê dost û dijmin baş bizanibin ku Şengal bê berdel nehat bidestxistin. Emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî axa ku me berdel dayî biparêzin.

Çawa ku em weke hêzên YBŞ/YJŞ’ê di 7 salên derbasbûyî de bi pêşengiya Mam Zekî, Berxwedan, Zerdeşt, Hamît, Nazê û Bêrîvanan, bi berxwedaneke mezin bersiv da fermanan, îro jî emê bi berxwedaniya şehîdên pêşeng bersivê bidin van êrîşên dagirkeriyê.

Em bang li gelê xwe, gelên Iraqê û herêmê dikin; Werin em di sala 8’emîn a Fermana 73’an de li dora hêzên YBŞ/YJŞ’ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin, êrîşên dagirkeriyê asteng bikin, azadiya xwe biparêzin û bi rêxistineke mezin biser bikevin.

Em ji raya giştî ya cîhanê re dibêjin; Çawa ku me weke miletekî qedîm li ser xaka xwe bi çand û baweriya xwe bi hezaran sal jiyan kiriye, ji vir û şûn de jî emê jiyana xwe berdewam bikin. Tê zanîn ku dewleta Tirk a faşîst dijî çand, dîrok û baweriya gelê me êrîşên qirkirinê dimeşîne, destek daye çeteyên DAIŞ’ê. Lewma divê dewleta Tirk a ku piştgirî û lojîstîk daye çeteyên DAIŞ’ê û sûcên mirovahiyê kirine, di dadgeha navnetewî de were darizandin. Em bang li hemû aliyên demokrat, rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ewropayê dikin ku di vê mijarê de hewldan bikin. Divê êdî dewleta Tirk ji ber siyaseta xwe ya dijî mirovahiyê bê darizandin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button