Têkildarî 15’ê Tebaxê li Şengalê semîner hate dayîn  

Ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ve, bi boneya 15’ê Tebaxê Roja Vejînê semînerek hate dayîn.

Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya 15’ê Tebaxê Cejina Vejîna gelên bindest li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan semînerek lidarxstin. Di semînerê de ji hemû gund û navçeyên Şengalê bi dehan ciwanên Êzidî beşdar bûn.

Di semîrê de piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberiya Ciwanên Êzidîxanê Hemo Şengalî  li ser wateya roja 15’ê Tebaxê axivî û wiha got: “Li Şengalê bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna me li hemberî dagîrkeran pêşket û  me karibû li ser vî esasî rê li ber fermana bigrin. PKK’ê ev pêngav da despêkirin bû despêka jiyanê ji bo hemû gelan û em jî wek Êzidî beşek ji wan gelane ku dijmin herdem xwestiye me tune bike. 15’ê Tebaxê ji bo gelên bindest, rojek roniye. Li seranserê cîhanê ti kes weke Rêber Ocalan ji bo gelên bindest kar nekiriye û dîrok ji nû de negirtiye dest. Ji ber fikirê Rêber Ocalan, îro em  di warê siyasî, civakî, dîplomasî, aborî û leşkerî de pêşengtiyê dikin û têdikoşin. Niha bi saya vê têkoşînê, me Şengal azad kiriye û rê li ber fermana hatiye girtin. Niha civakek  xwedî îrade heta ji ber vê jî hewldanên ji bo tinekirina civaka me ya Êzidî hîna dewam dikin. Lê gelê me bi têkoşîn û berxwedana xwe bûne mînaka herî pêşketî di Iraqê de.”

Piştre axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê 15’ê Teabxê de hatin guhdarkirin. Semîner bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana 15’ê Tebaxê’ bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button