Gundê qedim yê çiyayê Şingalê Baxlifê

Li ser axa Şengalê gundê Baxlifê yek ji gundên herî qedim û kevnar e. Gundê Baxlifê dikeve bakûrê çiyayê Şingalê û girêdayî bajarokê Zorava ye. Gundê Baxlife gundeke ku li quntara çiyayê Şingalê hatiye avakirin bi sedan sala ye ku şeniyên vî gundî di quntara vi çiyayi de parastina xwe dikin û tevi hemû êrişan jî dev ji gûndên xwe bernedeye. Bi giştî 21 mal li vî gundî hene û ev gund bi pirani debara jiyana xwe li ser çandinî û xwedîkirina pez diborine.

Derwêş Hesen Xelef Derwêş yek ji şêniyên li gund diji ye. Derwêş ku di sala 1949’an ji dayîk bûye hemû jiyana xwe di vî gundî de derbas kiriye. Derwêş Hesen li ser jiyana xwe û gundê Baxlifê ji Radyoya me re wiha axivî; “Gundê Baxlifê yek ji gundê herî qedim yê çiyayê Şingalê ye. Erdê destpêkê yê girêdayî qezaya Şingalê gundê Baxlifê ye. Bav û bapîrên min ev erd ji Hisên Elîka kirine û ev milk bi navê wî bû, ew bi xwe jî di vî gundî bû. Ev milk 1836 donîm e.  800 donim bav, bapir û mamê min jê kirî û em ji wê rojê vê hatine vî gundî jiyana xwe berdewam dikin. Her wiha 600 donim mala Dawîdê tê de bû û dîsa 400 domim jî mala Sefîlê Cindo tê de ye. Em ev malbat aydê gundê Baxilifê ne.  Ev gund dikeve aliyê bajarokê Zoravayê Şingalê. Em bi ji Eşira Mala Zero ne û her wiha li vê minteqê jî piranî Eşîra Mêran dijin.

Dema fermanê gund wêran kiribûn

Derwêş Hesen di berdewamiya axaftinên xwe de li ser gundê Baxilifê ev agahî bi me re parve kir: “Debara vî gundî piranî li ser xwedîkirina pez û çandîniyê ye. Em 21 mal di vî gundî de ne û jiyana xwe bi hev re derbas dikin. Di dema fermanê de zêdetir mal di vî gundî de hebûn. Piştî fermanê gelek ji wan ji ber xaniyên wan xira bûne li bajarokên Şingalê bi cih bûne. Gelek xaniyên wan hilweşiyane lê ji ber ku derfetên wan nînin nikarin werin ji nû de ava bikin.

Derwêş behsa dema fermana ku ji aliye çeteyên DAÎŞÊ ve di sala 2014 an de êrîşî ser Şingalê kir û bi hezaran jinên Êzîdî dil ketin destê çeteyên DAÎŞÊ de kir û anî ziman ku wi bi xwe diji çeteyên DAÎŞÊ şer kiriye û parastina xwe û welatê xwe kiriye. Derwêş wiha qala wê demê dike: “Di dema fermanê de me hemûyan berê xwe da çiya û me parastina xwe di çiyan de dît. Wê demê me jî weke xelkê gund çek rakirin û me parastina xwe kir. Ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê pir zêde bûn û bi hemîran êrîş dikir me tenê karî 2 seatan şer bikin. Wê demê li gel me 2 kes hatin kuştin.  Piştî rê vebû şûn de em disa hatin ser axa xwe û bi hatina ser axa jî gelek kêfxweş in. Em hatin me dîsa gundê xwe ji nû de ava kir û niha jî em çandinê dikin û debara xwe jî li ser xwedîkirina pez diborînin.”

Her dawî jî Derwêş li ser vegera xelkê Êzîdî jî axivi û wiha dawi li gotinên xwe ani:  “Kesê ku ne li pey ol û baweriya xwe be navegere. Divê hemû Êzidi vegerin ser axa xwe û werin parastina axa xwe bikin. Yekê ku îxanet li me kir nikare me biparêze.”

NAVENDA ÇİRA FM

Show More
Back to top button