Xalid Qasim: Armanca peymana Hewlêr-Bexda û komploya 9’ê Cotmehê yeke, tinekirine

Endamê Rêvberiya Asayîşa Êzdîxanê Xalid Qasim diyar kir ku armanca peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê ya dijî Şengalê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek tiştin û ew ji tinekirine û got ku yên ku kirin dixwazin fermanên nû rû bidin û gel koçber bibe.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de PDK’ê û Hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Mistefa Kazimî de li dijî Şengalê peymanek hate îmzekirin. Herwiha di heman rojê de di sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan komploya navneteweyî hate destpêkirin. Xelkê Şengalê komploya 9’ê Cotmehê û peymana 9’ê Cotmehê tinekirina Kurdan dibînin.

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzdîxanê Xalid Qasim bi boneya salvegera komployê û peymanê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dema fermanê koçberî ne tercîh bû, neçarî bû, bi hezaran Êzidî ji axên xwe koçber bûn. xelk mecbûr ma berê xwe da Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê. Em ji xelkê xwe re dixwazin vê yekê bêjin. Raste koçberî ne bi daxwaza we bû, ji neçarî bû lê niha veger bi daxwaza we, bi xwesteka we ye. wextê wî demî çûn nedikarîbûn neçin, lê niha dikarin bên.”

‘Meseleya Şengal meseleyekî navneteweyî ye’

Qasim anî ser ziman ku mijara Şengal bûye meseleyek navneteweyî û wiha pêde çû; “Meseleyaa Şengal meseleyekî navneteweyî ye, ji ber qetliamên rû dan, komkujiyên rûdan. Hikûmeta Iraqê di parlamentoya xwe de qirkirina rûdayî, divê nas bike, me berdelên giran da. Mesele ne berjewendiye, ne jî pere ye. Her tiştê me ji bo vî miletî ye. Me her tişt bo axa xwe, civaka xwe kir. Siyaseta ew dixwazin bimeşînin berdewamiya fermanê ye. ew di rastiyê de naxwazin miletê me ji fermanê derbikeve, naxwazin miletê me derbeder nebe, naxwazin koçberî neyê jiyîn.”

‘Peyman û komploya 9’ê Cotmeh ji hev nequtin’

Endamê Rêvberiya Asayîşa Êzdîxanê Xalid Qasim bal kişand ser hêz û dewletên ku tiliya wan di peymana 9’ê Cotmehê de heye, peyman wek komployek binav kir û wiha axivî; “Ew dibêjin me peyman ji bo Şengal îmze kiriye. Em wek xelkê Şengalê dibêjin wek komployek e. Wan ji bo avakirin, pêşketina Şengalê tîfaqek çênekirin, miletê Êzidî ji nedîtî ve hatin, nêrînê milet jî negirtin. Em binêrin 9’ê Cotmehê komploya nav dewletî li dijî Serok Apo jî pêk anîn. Li dijî şexsiyetekê nebû, ev komplo li dijî hemû civakan, li dijî civaka Êzidî jî bû, ev komplo. Van miletan dixwest azad bibin, xwe birêxistin bikin. Vî fikrî ji xwe re xeter dîtin û komplo anîn serê serok Apo. Peymana 9’ê Cotmehê ji vê komployê ne qut e. Emerîka jî piştgiriya vê peymanê dike, Tirkiye jî dike. Dixwazin bingeha fikra xwe birêvebirin, xwe parastinê ya civakan, vegera ser koka xwe ku Serok Apo beriya 40 salan dabû rûniştandin ji holê rabikin.”

‘Em Iraqê jî diparêzin, ne tinê Şengalê’

444

Xalid Qasim diyar kir ku hêzên parastina Şengalê heman demê de Iraqê jî diparêzin, ev rastî ji nedîtî ve tên û wiha pêde çû; “Armanca wan ya tine kirina Êzidiyan, dema fermanê ser neket, hate binxistin. kê binxist. Vê hêzê binxist, meclîsa xweser, desteya rêveber bin xist. Projeya xweseriya Şengalê û hemû sazî û dezgehên wê wan vala derxist. Em jî hêzekî Iraqî ne. Raste em dibêjin axa me ye, warê me ye, Şengala me ye, lê li ser axa Iraqê ye. Me parastina wê kir. Em jî hêzên parastina Şengalê ne. Lê parastina em dikin Iraq’ê jî diparêze û me ji destpêkê ve parastina Iraqê jî kiriye. Em dijbertiya Iraqê nakin. Nabe wiha. Em naxwazin pêre şer bikin, lê dewlet yê şerê me bike. Hikûmeta heyî şerê me kir. Me jî ti şer dernexist, me tenê parastina xwe kir û êrişî ti derî jî nekir, me şer nebiriye ber deriyê ti kesî.”

Ev dû salin dibêjin bila asayîş tine bibe’

Xalid Qasim bal kişand ser gavên piştî peymana 9’ê Cotmehê hatiye avêtin û got ku gelek zext ji bo ji holê rakirina hêzên parastina Şengalê kirin û wiha domand; “Ev dû salin hatine ser cihên me de digrin û dibêjin divê hûn nebin, divê hûn dest ji parastina civaka xwe berdin. Dibêjin ji derveyî polîsên federal û emniyetê li Şengalê tikes divê nemîne. Heta şer derneketîbû dû firqa artêşa Iraqê li Şengalê hebûn, yek li Şemal yek li Qiblet bû. Bi hezaran polîsên federal hebûn. Dû focên şirta hebûn. Hêza Haşdî Şabî hebûn. Niha jî bi çendan focên Haşdî hene. Dibêjin divê Şengal ji hêzên eskerî vala bikin û niha cardin tijî hêzên eskerî dikin. Ji sala 2005’an ve di destûra Iraqê de jî destnîşan kirin ku mintiqa me xistine nava madde 140. Heta îro jî ne weke pêwîst herêma Kurdistan parastina vê mintiqê kir, ne jî hikûmeta Iraqê.”

‘Ji bilî me tikes ji bo me Şengala ava nake’

Endamê Rêvberiya Asayîşa Êzdîxanê Xalid Qasim di dawiya axaftina  xwe de destnîşan kir ku tenê civaka Êzidî dikare ji bo xwe kar û xebatên pêwîst bike û wiha got; “Eger em bi xwe nevegerin ser axa xwe, heger xelkê me bi xwe Şengal ava neke ji ber xwe ve ava nabe. Ti kes ji mere Şengalê ava nake. Berê jî gelek  caran ferman anîn serê me, malên me, axa me wêran kirin, lê me cardin ji xwere ava kir. Bav û bapîrên me wî demî cardin ava kirin, her car. Wê demê ji ti kesê ji bo me ava nekir. Me avakir. Xelkê me bi xwe hat û cihê xwe ava kir. Em hêvî dikin ku gelê me vegere ser axa xwe. zehmetî hene, raste, lê her hebû ev zehmetî. Îro aramiya heyî ji beriya sala 2014’yan pir baştir e.  Em hêvîdarin cardin vegerin û jiyana xwe berdewam bikin. Yên ku xwestin me tine bikin re jî em peyamê bidin ku em xwediyê cih û warên xwe ne, em nayên tinekirin.”

BERÎVAN ŞENGALÎ-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button