Ebdî: Em ê vê rojê bikin starta pêngavek nû

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku ew ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de di serî de gelê kurd hemû gelên li herêmê dijîn Şoreşa Rojava destpêkirin. Bi ragihandina Şoreşa Rojava re li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdemek nû dest pê kir. Bi pêşengiya gelê kurd pergala Rêveberiya Xweser hat hat sazkirin. Vê şoreşê 10 sal li pey xwe hişt. Tevî hemû êriş, gef û neheqiyên mezin ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Şoreşa Rojava 10 salî ye.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de peyam belav kir.

Peyama Ebdî wiha ye: “Di 19 Tîrmehê de gelê me rêgezên jiyaneke nû û azad hilbijart û di oxira parastin û mezinkirina wê de, bi can û jiyana xwe fedekariyek bê hempa raber kir. Di 10’emîn salvegera şoreşê de, em hemû pakrewanên ku tevî astengî û dijminan, ev roj bi saya wan hat mezinkirin bibîr tînin û berxwedana gelê xwe silav dikin. Parastina deskeftiyên şoreşê û mezinkirina tecrubeya demokratîk erka me ye, em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button