Xelkê Şengalê: Gerîla em ji fermanê rizgar kirin, em ê her tim bi wan re bin

Xelkê me yê Şengalê da diyarkirin ku ew êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê qebûl nakin û diyar kirin, ku ew ê heya dawiyê bi berxwedana gerîla re bin

Xelkê  me yê Şengalê derbarê êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a faşîst û hevkariya PDK’ê ya bi wê dagirkeriyê re nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zayîde Xelef dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku êrîşên tên kirin wan lewaz nakin berevajî hê bihêztir dike. Xelef nêrînên xwe wiha domand: “Êrişê dibin ser hêza gerîla. Gerîla hêzek mezine, ji ber ku mezinahiya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire. Ji ber vê yekê ew fikir ti caran tine nabe, ew hêz jî tine nabe û wê bi ser bikeve. Ji bo ku wê hêzê tine bikin her du destê xwe didin hevdu û êriş dikin. Erdogan ji beriya niha bi tena xwe êrîşê Garê kir, li Garê li bin ket û nekarî. Niha ji bo êrişî gerîla bike Barzanî jî destê xwe dayê; (PDK) berê bi rengekî veşartî destê xwe dida Erdogan û êrişê li ser gel dikirin, niha bi rengekî eşkere hevkariya Erdogan û êrişê li ser gerîlayan dike. Lê divê were zanîn ji ber ku fikrê qirêj di serê wan de heye wê ti carî bi ser nekevin û gel wê bi ser bikevin.”

Xelef behsa gef û êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê jî kir û got; “Çiqasê êrişî me bikin û mirovên me şehîd bixînin jî, lê em ê xurtir bibin û bêhtir li ber xwe bidin. Ji bo gerîlayan çi ji me bê xwestin em ê ji gerîlayan re bikin. Eger ji me bê xwestin ku biçin vê derê û şerê Erdogan bikin, em amade ne bi gerîla şer bikin. Em pişta gerîla bernadin, ji ber ku wan em ji fermanê rizgar kirin. Eger ew nebana îro çi weke jin û çi jî ciwanê Şengalê me yê nekarîba meclîs, asayîş û Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzdiyan (PADÊ) xwe ava bikira. Em memnûnê wan in, çi ji me bê xwestin em amade ne.”

Endama TAJÊ Xelef di dawiyê axaftina xwe de berxwedana gerîlayan silav kir û bal kişande ser vê yekê ku gerîla wê teqez bi ser bikeve û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ti carî tine nebe

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Dawûd Silêman Îdo jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û wiha pêde çû: “Dema ku dewleta Tirk êriş dike ser gelê Kurd, armancê wê ne tenê PKK û gerîla bi tenê ye, belkû armancê wê hemû gelê sivîl ên Kurdistanê ye.”

Îdo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku hincetên dewleta Tirk a dagirker a ji bo êrişên ku pêk tîne ne rastin û diyar kir: “Gerîla li Şengalê nînin, xelkê Şengalê bi xwe YBŞ/YJŞ, asayîşa xwe heye, ango xelkê sivîl bi xwe ne, ne gerîla û ne PKK nin. Armanca Tirkiyeyê û mala Barzanî birakujî ye. Ew dixwazin Kurd û Kurd hevdu bikujin, dixwazin Êzidî û Kurd hevdu bikujin; bi kurtî armanca wan ew e ku wê civakê tevde belav bikin.”

Îdo anî ziman ku eger gelê Kurd û Êzidî li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde û rêxistin bike wê planên dagikeriyê pêk neyên.

Endamê Meclîsa Gel Dawûd Silêman Îdo di dawiya nêrînê xwe de diyar kir ku ew piştgiriya berxwedana gerîla dikin û bang li gelê Kurd û Êzidiyan kir ku rabine ser pêyan, li ber xwe bidin û piştevaniya gerîla bikin.

Endameke din a meclîsa TAJÊ ya bi navê Mehran Silêman jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û helwesta xwe wiha anî ziman: “Em wek jinên Êzidî vê dagirkeriyê qebûl nakin, tişta ji destê me were em ê teqsîr nekin.”

Show More
Back to top button