Li dijî gefên Tirkiyeyê welatiyên me meşiyan

Gelek welatiyên me, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn. Meş li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir

Îro li bajaroka Sinûnê li dijî  gefên dewleta Tirk ên li ser  Şengalê bi pêşengtiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşek hate lidarxistin. Xelkê me bang li hikûmeta Iraqê kirin ku serweriya xwe biparêze.

Di meşê de dirûşmeyên dijî daxuyaniyên Erdogan ên dagirkirina Şengalê  hatin berz kirin. Girseya gel heya rêya sereke ya Sinûnê meşiyan û li wir daxuyanîyek hate dayîn.

Şêniyên me di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Desteya Rêvebera Şengalê Qasim Xelef ve hate xwendin de bang li hikûmeta Iraqê kirin ku li serweriya xwe xwedî derkeve. Herwiha destnîşan kirin ku wê li hemberî gefan bêdeng nemînin, divê her kes li dijî gefan derkeve û rê neyê dayîn ku xaka Iraqê were dagirkirin. Di daxwuyaniyê de wiha hate gotin;”Li Şengalê hêzên me yên parastinê hene. Ji zarokên vê axê ne. Hêzên me ew hêzin ku li dijî DAIŞ’ê şerkirin û niha tevahiya Şengalê di parêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya xelkê me û pêkhateyên Şengalê hate kirin ku li dijî gefan bibin yek.

Di vê navberê de welatiya me Edûl Şemo ji jinnews re axivî û wiha got; “Em jinên Şengalê û xelkê Şengalê tu caran rê nadin dagirkeriyê. Ji ber ku ev axa me ye, me bi keda xwe piştî fermanê aramî avakiriye. Em rê nadin ku ev yek xera bibe ji bo wê çi ji me were xwestin em amade ne.”

Welatiya me Pakize Celal jî jî heman ajansê re axivî û bal kişand ser girîngiya meşe. Celal jî wiha got; “Heta ku em aramiyê pêk bînin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em helwesta hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Heke li hemberî êrîşan parastina me neke em jî tu carî wan napejîrinin. Dê hêza me bi ser keve û em ê xweseriya Şengalê bi keda dayik û ciwanan pêk bînin.”

Show More
Back to top button