‘Tirkiye dixwaze bi riya  PDK’ê YNK’ê jî tevlî şer bike’

Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl eşkere kir ku Tirkiyeyê amadekarî kirine ku êrişî Şengal û Qendîlê bike û got;”Ji derveyî baregeha Beşîqa, li çiyayê Şengalê û deşta Mûsilê jî baregehan ava bike

“Tirkiyeyê ji bo li dijî Şengal û Qendîlê şer bike amadekarî kiriye. Iraq razî nebûye. Lê PDK razî bûye tevlî bibe. Dixwazin YNK’ê jî tevlî vî şerî bikin û Herêma Kurdistanê bikin navenda sînûrî û parastina dewleta Tirkiyeyê.” Ev gotinên Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl in.

Piştî serdana şandeya leşkerî ya Tirkiyeyê ya ku di 18’ê Çile serdana Bexda û Hewlêrê kir, tê gotin ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku êrişî Başûrê Kurdistanê bike. Hikûmeta Iraqê daxwaza şandeya Tirkiyeyê red kir, lê tê diyar kirin ku PDK’ê razî bûye ku tevlî êrişan bibe. Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî.

‘Tirkiye dixwaze li çiyayê Şengal û deşta Mûsilê baregehan ava bike’

Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl eşkere kir ku Tirkiyeyê amadekarî kirine ku êrişî Şengal û Qendîlê bike û got;”Ji derveyî baregeha Beşîqa, li çiyayê Şengalê û deşta Mûsilê jî baregehan ava bike. Ji ber ku van herêman stratejiyek mezin ji bo Iraqê û welatên cîran heye. Tirkiye dixwaze bi riya avakirina baregehan serweriya xwe ya leşkerî û siyasî li ser herêmê ferz bike û Iraqê kontrol bike. Herwiha şahdemarê peywendiyên Başûr û Rojevayê Kurdistanê qût bike.”

Rêkewt Îsmaîl destnîşan kir ku şandeya leşkerî ya Tirkiyeyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku hêzên niha yên li Şengalê derbixe û hêzên xwe ji wir bibe û wiha domand;”Lê, hikûmeta Iraqê red kiriye û daxwaza wan qebûl nekirye. Ji derveyî vê jî daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye di çarçoveya yasaya navneteweyî û parastina serweriya Iraqê de, baregeha Beşîqa were hilweşandin û hêzên xwe vekişîne.”

‘Dixwaze bi riya PDK’ê, YNK’ê jî bêxin nava şer’

Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl têkildarî serdana şandeya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê jî wiha axivî;”Tirkiye dixwaze heta nîvê meha Adarê alîkariya tam ji PDK’ê bistîne û êrişî Qendîlê bike. Ango PDK jî tevlî êrişê bibe. Herwiha dixwaze bi riya PDK’ê, YNK’ê jî bêxe nava şer û piştgiriya şerê wê yê li dijî PKK’ê bike. Bi vî awayî Tirkiye bi temamî hegemonya xwe ya leşkerî û siyasî li ser Başûrê Kurdistanê ferz dike. Herêma Kurdistanê ji bo dibe navenda sînorî û leşkerî. Bi salene PDK’ê destê xwe xistiye destê desthilata Tirkiyeyê de. Ev demeke di nava van karan de ye û li Başûrê Kurdistanê rê nîşanî dewleta Tirk dide. Alîkarîkirina dewleta Tirk bi erka xwe dibîne.”

‘Şerê Tirkiyeyê ne tenê şerê li dijî PKK’ê ye’

Çavdêrê Siyasî Rêkewt Îsmaîl bal kişand li ser dijmintiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û wiha dawî li axaftina xwe anî;”Şerê dewleta Tirk, ne li gel PKK’ê ye, ji berî PKK’ê jî Tirkiyeyê şerê Kurda dikir. Hişmendiya faşîmza Tirk, Krudan li ser hebûna Tirkan gef dibîne. Ji ber ku xaka ku Tirkiye li ser hatiye damezirandin beşek zêde xaka Kurdane. Şerê wan şerê hebûna Kurdane.”

ÇAVKANÎ;   ROJNEWS- BOTAN GERMIYANÎ

Show More
Back to top button