Ji bo ciwanên Şengalê semînerek li ser 4’ê Nîsanê hat dayîn 

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ciwanên Şengalê semînerek hat lidarxistin. Ciwanan di semînerê de gotin, “Rêber Ocalan li nava hemû gel û civakan bi taybetî jî li nava civaka Êzidî guhertinên mezin çêkir, gel fêrî berxwedan û têkoşînê kir.”

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan semînerek lidar xistin. Semîner bi dirûşma “Rojbûna Serokatî rojbûna rojê ye, ciwantî jî xwegihandina vê rojê ye” pêk hat.

Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî bi sernavê “Serokatî û Ciwantî” semînerek da.

Suham Şengalî diyar kir ku bi naskirina fikrên Abdullah Ocalan wan xwe nas kirin û destnîşan kir ku ji bo ew xwe biafirînin jî pêwîstiya wan bi komxebatên bi vî rengî heye.

Suham Şengalî anî ziman ku Abdullah Ocalan li nava hemû gel û civakan bi taybetî jî li nava civaka wan guhertinên mezin çêkir, gel fêrî berxwedan û têkoşînê kir û bi dewamî qala rewşa ciwanan a li Şengalê kir.

Suham Şengalî bi bîr xist ku li Şengalê bi hezaran ciwan hene, dixwînin, diçin zanîngehan, lê ji bo azadiya civaka xwe bi xemsarî tevdigerin û got, “Ev yek xeteriyeke mezin e li ser ciwanên me. Li her derê ciwan pêşengiyê ji civakê re dikin. Li her derê ciwan bi berpirsyariya civakê radibin, ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakê ye. Lewma dijmin herî zêde ji bo civakê bixe, êrişî ciwanan dike. Divê weke ciwanên Şengalê em jî li hemberî van lîstokan baldar bin û ji her demê bêhtir kar bikin, fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigihînin tevahiya ciwanan.”

Di beşa duyemîn a semînerê de Xemgîn Şengalî li ser bandora fikrê Abdullah Ocalan a li ser civak û ciwanên Êzidî axivî.

Xemgîn Şengalî got, “Piştî fermanê me fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kir û di nava heft salan de em tev şahidên guhertinên civaka xwe ne. Em hemû zanin ku ev yek berhemê fikrê serokatî ye. Ji bo em karibin kêmasiyên xwe çareser bikin, divê em ciwan xwe ji bandora pergala kapîtalîst û şerê taybet rizgar bikin. Divê ciwan hîn bêhtir fikrên Rêber Apo fêhm bikin.”

Xemgîn Şengalî bal kişand ser erka ciwanan a ji bo parastin û pêşvebirina civakê û wiha dewam kir, “Eger em tevahî ciwanên Êzidî bi erka xwe rabin, em ê yekîtî û xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Ciwanên ku beşdarî semînerê bûn jî nêrînên xwe li ser 4’ê Nîsanê parve kirin.

Herî dawî sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Semîner bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Rojnews-Şingal

Show More
Back to top button