TAJÊ dayika Rêber Ocalan bi bîr anî  

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyîş bi bîr anî û diyar kir ku îro kulîlka  jiyanê bi evîna azadiyê şîn dibe.

Li nehya Tilezêrê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyîş di salvegea wefata wê de bi bîr anî. Daxuyanî ji aliyê Mamosta Xalîde Xalid de ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di salvegera wefatkirina dayika Rêber Apo de, em weke Tevgera Azadiya Jinên Ezidî, Dayê Uveyîş bi rêzdarî bibîr tînin. Dayê Uveyîş di kesayeta xwe de, çanda me ya hezaran sal temsîl dikir. Li hemberî nehaqiya desthilatiyê her bertek nîşan da û têkoşîn dikir. Ruhê wê yê berxwedêr a welatparêz her li pêş bû.

Ji bo wê jî Dayê Uveyîş îro ji her dayikekî Êzdî  re bûye pêşeng û mînak. Çawa ku di diroka me ya Êzidiyan de jin û dayikên azadî, aştî û hekhevî her li hemberî pergala desthilatdar rabûne û hemberî wê ticarî serî netewandine, heta berxwedanê diparastin  û meşa azadiyê lidarxistin, Dayê Uveyîş jî cihê xwe têde digirt. Dema em dibêjin, ‘Jin jiyan e’ dîrok bixwe jî şahidê wê ye. Çand, bawerî, ziman, exlaq, ruh ê mirovahî û rastî, her ji aliyê jin ê û dayîkan ve hatine parastin. Ji ber vê êdî jin û dayik parestvanên jiyanê ne. Yên ku di roja me ya îro de jî, welat û civaka xwe bi rêve dibin, li hemberî hemû cureyên êrişên dijmin radibin û nirxên me diparêzin jin û dayîk in.

Ev rastî di şexsê Dayê Uveyiş, Dayê Gulê û di hemû jin û dayikên aştiyê de cardin li ber çavan e. Ji bo vê, çi bibe bila bibe, emê xeta xwe ya berxwedanê bê navber  bidomînin û meşa azadiyê di tevahî dinya yê  de pêş bixin. Em weke jin û dayikên Êzîdî cardin dibêjin, rahma Xwedê li Dayê Uveyîş be û cihê wê cinet be. Bila dilê te şad be. Îro bi hezara jinên rêxistinkirî xwedî cesaret ji bo azadiya jinan û Rêber Apo têkoşîn  dikin. Bi pêşengtiya Dayê Uveyîş, îro kulîlka jiyanê bi evîna azadiyê şîn dibe.”

ROJNEWS-ŞİNGAL

Show More
Back to top button