Şaredariyên Şengalê : Di sala nû de emê kar û xebatên xwe berfirehtir bikin 

Şaredariyên Şengalê ên ser bi Rêvberiya Xweser, civîna xwe ya salane lidarxst û di  civînê de kar û xebatên sala 2021’an hate nirxandin. Her wiha ji bo sala nû jî pilan û pirojên nû hatin nîqaşkirin.

Yek ji saziyên ku ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve ji aliyê gelê Şengalê ve hatiye avakirin û xizmeta gel dike, şaredariye. Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo xizmeta gel, di sala 2015’an de şaredariya gel  di nava kampan de li Serdeşta Çiyayê Şengalê vekir.

Piştî wê û bi vegera gelê Êzidî re herku diçe kar û xebatên şaredariyan befrihetir dibe. Taybet li cihên ku gel lê vegeriyane navendên şaredariyan hatine vekirin.

Bi giştî li Şengalê 15 navendên şaredariyan hene ku ji aliyê Rêveberiya xweser a Şengalê ve tên birêve birin.

Ji bo kar û xebatên şaredariyan bên rêxistinkirin û ji bo demên pêş pilansazî bên danîn salane bi despêka salê re tevahiya rêveberên şaredariyan tên gel hev, kar û xebatên xwe di nirxînin

Îsal jî bi amadebûna tevahiya rêveberên şaredariyan ên şaxa û beşek ji endaman li Meclisa gel a komalgeha Dugurê civîna salane a şaredariyan bi amadebûna Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen hate lidarxstin.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir, piştre mijarên siyasî ku bandora xwe li ser tevhiya civakê û karê şaredariyan jî dike hatin nirxandin.

Di civînê de raporên kar û xebatan ên salane ên hemû şaredariyan hatin xwendin û ji bo sala nû jî pêşniyar û pilansazî hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen têkildarî civînê axivî û got: “Di  dawiya sala nû de civîna şaredariyên me hatin lidarxstin. Di civînê de gelek nirxandin hatin kirin. A giring kar û xebatên nava  sala derbasbûyî de hatine meşandin bû. Ji ber em dibin êrîşên siyasî û hewayî de bûn, lê tevahiya şaredariyên me karibûn bê navber van zehmetiyan bidine aliyekî û xizmeta Şengalê bikin. Kar û xebatên şaredariyan jî ji îrade gelê me ne qute. Ji ber ev jî şaredariyên gel in. Çawa gelê me li himber hemû êrîşan li ber xwe dan û karibin biserbikevin şaredariyên me jî bi heman îradê liser kar û xebatên xwe berdewam bûn.

Berpirsê şaredariya Duhla Îdo Reşo jî da zanîn ku di nava salê de wan gelek kar dane meşandin. Îdo got, “Ji ber hukûmetên beriya niha di Şengalê de bûn, bi giştî xizmet ji bo gel û herêmê nekirin. Bi taybet di mijara avê de gelek kêmasî hebûn, ji ber wê di nava salê de me hewil da em karibin pirsgirêka avê li Duhla çareser bikin. Ji bo sala nû jî em ê kar û xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Rêveberê Şaredariya Girzerik Zêd Şengalî jî da diyarkirin ku wan berê li Tilizêr kar û xebatên xwe didan meşandin. Zêd goti “Lê di nava salê de me karibû ku em li Girzerik bi xwe navenda xwe a şaredariyê vekin ji bo em kiribin di pêşerojê de,  xizmeta gelê xwe bikin û em karibin pêşwaziya malbatên vedigerin bikin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button