Tevgera Azadî: Dewleta Iraqê Berpirsê rijandina Xwîna Zarokên Êzidiyan e

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî êrişên li ser Şengalê diyar kir ku dewleta Iraqê berpirsê rijandina xwîna zarokên Êzidiyane û faşîsta AKP û MHP'ê li dijî Kurdan û gelên azadîxwaz her roj sûcekê dike.

Duh Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî ya dewleta Tirk. YBŞ’ê diyarkir di encama êrişê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û hevrêyek wan jî birîndar bû. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li ser vê êrişê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Şahadeta herdu fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) û Agir Cehfer (Xeyrî Xidir Xelef), ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve sûcekî li dijî mirovahiyê û binpêkirina eşkere ya li ser serwerî û asayîşa tevahiya gelên Iraqê û bi taybet gelê Êzidî ye. Ev gelek car in bi riyên sîxûr û koleyan re zarokên Êzidî dibin hedef.

Ev êrişên dewleta Tirk a faşîst di demekê de ye ku Şengal û Êzidiyan biryar dane ku xwe bi rêve bibin û biparêzin. Bi aştiyane li gel tevahiya pêkhateyan bijîn û ti awayî wê dest ji vê biryarê bernedin. Êdî nabin koleyên desthilat û xwefiroşên li dema êrişên DAIŞ’ê de bi tenê hiştin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin qetilkirin.”

Di berdewam daxuyaniya Tevgera Azadî de wiha tê destnîşan kirin: “Ev êrişên dewleta Tirk ên li ser şexs, grûb û hêzên azadîxwaz û xwedî îrade, êrişên li ser projeya çareserî û jiyana bi hev re ya li Iraq, Sûriye û tevahiya herêmê ye. Êrişa li ser Komxebata ‘Di Neteweya Demokratîk de Çaresereriya Pirsgirêka Iraqê’ ye ku li Şengala azad di 25’ê Sibatê de bi amadebûna 450 siyasetmedar, rewşenbîr û aktîvîstên ji hemû bajarên Iraqê pêkhatî ye.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) diyar kir ku dewleta Iraqê berpirsê rijandina xwîna zarokên Êzidiyên ku ceperên şer neberdan û bi hezaran şehîdan Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê rizgarkirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) eşkere kir ku ev destwedana dewleta Tirk û hevkarên wê heman destê reş ê DAIŞ’êye ku ew hêzin ku hevkar û piştevanên DAIŞ’ê bûn.

ROJNEWS

Show More
Back to top button