YJŞ’ê li dijî şîdeta mêr û dewletê banga bilindkirina têkoşînê kir

Şervan û fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û diyar kirin, şîdeta mêr û dewletê bi şermezarkirinan nayê rawestandin, ancax bi têkoşîn, rêxistinkirin û avakirina xweseriya demokratîk pêkan bibe. YJŞ’ê her wiha diyar kir niha çeka wan a têkoşînê heye û pê şanaziyê dikin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê şervan û fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî ku ji aliyê yek ji fermandara YJŞ’ê Viyan Hebîb ve hate xwendin de, şehîdên jin ên fermana 73’an hatin bîranîn.

‘Bi şermezarkirinan şîdet nayê rawestandin’

YJŞ’ê ragihandin şîdeta li dijî jinê tenê bi şermezarkirinan nayê rawestandin û wiha hate gotin: “Şîdeta li ser jinê di rewşa niha de tenê bi şermezarkirinan nayê derbaskirin. Êrîşên li ser jinan ancax bi sekan jina azad û çalakiyan werin bersivandin. Ji ber vê emê di têkoşînê de sînoran nas nekin û ji bo cîhaneke azad bihevre têbikoşin. Emê li ser bingeha jiyana azad  bi xweseriya demokratîk ava bikin.”

‘Şîdeta dijî jinê veguheriye qirkirinê’

Fermandariya YJŞ’ê di daxuyaniyê de diyar kir, şîdeta dijî jinê her diçe zêde dibe û gihîştiye asta qirkirinê û hate gotin: “Dîroka şîdeta li ser jinê kevne, lê bîlançoya kuştina jin niha zêde bûye û gihîştiye qirkirinê. Di her kêliyê de jin tên kuştin û dibin metirsiya destdirêjiyê de ye.”

‘Em şîdetê şermezarkirin, li dijî têkoşin’

YJŞ’ê diyar kir ew xwe bi şermezarkirinê re sînordar nakin û wiha hate gotin: “Em weke jinên Êzidî tenê şîdetê şermezar nakin, di heman demê de bi xwe rêxistinkirin û parastinê şîdetê vala derdixin.  Em şanaziyê bi van destkeftiyên xwe dikin. Raste, hîn duh em bêçarebûn û di bazaran de dihatin fiortin, ji ber hêza me ya parastinê nebû, lê êdî em weke jinên Êzidî ne bê çarene, em xwedî çeka tekoşînê ne.”

YJŞ’ê li ser gef û şîdeta dewletên dagirker yên li ser Êzîdxanê jî bi boneya 25’ê Mijdarê vê peyamê da: “Bi taybet dewleta Tirk ji pêşketina Êzîdxanê ne raziye, li hember hêza jinên Êzîdî ne rihete. Timî hewl dide êrîş bike û di nava dek û dolabanda ye. Ji bona wê em ê heya dawiyê parastina jinên Şengal’ê pêş bixînin. Encex bi têkoşîna jinên azad ya rêxistinkirî bkarin şîdeta li ser jinê û civakê ji holê rabikin.”

YJŞ’ê di dawiya daxuyaniyê de jî jinên bi destê zilam û dewletê hatine qetilkirin û şehîdxistin bibîranîn û gotin: ”Em sond dixwin tola wan bi pêşxistina azadiya jin hilînin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button