Li gel fermanê, bi biryardarî xwe li jiyanê girt -II

Em hemû li benda mirinê bûn, lê bi hatina gerîla re her tişt ji nişka ve guherî. Tiştekî gelekî xweş bû ku mirov dema bi hebûna gerîla bihesiya. Piştî xiyanetê êdî qala lehengî û hêviyê dihate kirin.

74 ferman. Her wiha bi sedan fermanên veşartî. Piştî ewqas fermanan, jinên Êzidî ne tenê ji bo hilanîna tolê, her wiha ji bo xwegihandina cewhera xwe ketin nava berxwedaneke bêhempa. Hîn bûn ku şerê xwegihandina cewhera xwe bêyî serîtewandinê bimeşînin. Di beşa duyemîn a çîroka Nûhat de jî em ê li gel rûyê xiyanetê her wiha rûyê lehengiyê jî bibînin.

“Her kesî DAÎŞ bi bihîstibû. Me ji wan re cehş digot. Hêzên Iraq û Şamê jî ji wan re dihate gotin. Dema ku DAÎŞ’ê êrîş bir ser Mûsilê li Şengalê jî navê DAÎŞ’ê li ser zimanê her kesî bû. Gava ku DAÎŞ’ê berê xwe da Tileferê tirs kete dilê her kesî. Bi hezaran Erebên Şîa xwe li Şengalê girtin. Başûrê Şengalê malovanî ji wan re kiribû. Hin malbat hebûn ku me jî ew nas dikir û hemûyan deriyên xwe li wan Şîayan vekiribûn. Piştî ku Şîayan xwe li Şengalê girtin, me jî texmîn dikir ku wê DAÎŞ êrîşî Şengalê bike. Ji ber ku Tilefer ne dûrî Şengalê ye, çeteyên barbar ên xwe gihandin Tileferê, ti sedem tune bû ku neyên Şengalê. DAÎŞ’ê êrîşî ku derê dikir ew der dagir dikir. Di demeke wiha de gotinên têkildarî DAÎŞ’ê li her derê dihate bilêvkirin.

ÊRÎŞ BIRIN SER GUNDÊN DÛRÎ ÇIYÊ

Di sibeha 3’ê Tebaxa 2014’an de ji her derê telefon hat, gotin DAÎŞ’ê nîvê şevê êrîş biriye ser gundên Gir Zerik û Sîba Şêx Xidir. Êrîş biribûn ser hemû gundên dûrî çiyê. Ji ber ku em li quntara çiyê bûn, bi qasî yên li deştê em netirsiyan. Her wiha gel destpêkê bi rengekî cidî nêzî van êrîşan nebû, lê belê piştî ku mêr hatin kuştin û jin hatin revandin, her kes bi xetereya rewşê hesiyan û dest bi nobetê kirin. Bavê min jî, her wiha hema bêje temamiya malbata min jî bi hêzên PDK’ê re tevdigeriyan. Ji bavê min hebû ku wê PDK şer bike. Dema ku gel dît hêzên PDK’ê û Iraqî direvin, kete nava panîkê û hewl da xwe bigihîne çiyê. Mirovên ji deştê reviyan, xwe li aliyê me digirt. Me jî hewl dida alîkariyê bidin mirovan. Pêla koçkirinê ku serê sibehê destpê kir heta nîvê şevê dewam kir. Berêvarê cihê ku em lê bûn veguherîbû qadeke ji lehiya mirovan. Axînên mirovan ji quntarê çiyê li geliyan deng vedidan. Me texmîn dikir ku DAÎŞ’î wê êrîşî du sê deveran bikin û piştre xwe vekişînin. Me fêhm nekiribû ku ya bi serê me ve hatiye ferman e. Tê bîra min, mezinên me li wir digotin ‘Lawo lawo ev ferman e, wê me hilweşîne’. Li quntara çiyê her ku hejmara mirovan zêde bû pirsgirêka av û xwarinê jî mezin bû. Erzaqê me roja destpêkê qediya. Me berê amadekarî nekiribû. Me zanî bûya rewş wê bi vî rengî me, me yê tedbîrên xwe werbigirta. Hêzên PDK’ê yên reviyan ji me re qala rewşê kiribûna, wê rewş ewqasî giran nebûya. Her kesên hatin gel me digotin ku hêzên PDK’ê em firotine û bavê min jî li hemberî vê yekê tiştek nedigot.

DEMA LI BENDA MIRINÊ BÛN, JI ME RE GOTIN; ALA SPÎ RAKIN

Gava ku DAÎŞ’ê xwe gihand Borikê û gundên li derdorê tirs kete dilê her kesî. Me rêya ku jê dihatin didît. Hatina konvoyên DAÎŞ’ê xuya dikir. Li pêşberî Borikê bi balafiran li DAÎŞ’iyan hate xistin û 2 wesayitên wan şewitîn. Vê yekê em kêfxweş kir û piştre em li bendê sekinînin. Ji ber ku guh nedidan wan wesayitên hatin şewitandin û dihatin. Lê belê tiştek tune bû ku pêşî li wan bigire. Dihatin ber bi gundê Borikê ve. Em bi qedera xwe re rû bi rû hatibûn hiştin. Her ku DAÎŞ’î nêzîk dibûn em jî derdiketin çiyê. Gotinên ‘DAÎŞ wê bê me bişewitîne, bikuje, dest biavêje, birevîne’ li çiyê û newalan deng vedidan. Em bêhêvî bûbûn. Em li benda mirinê bûn. Piştre ji me re gotin, ala spî hildin. Li aliyê Sîba, ku av lê bû, aleke spî hildan û li ser alê jî wêneyê pisîk û mişk hebû. Ala ku ji me xwestin ku em hildin ala teslîmiyetê bû. Li cihê ku ez lê bûm kesî ji wan bawer nekir û daneketin jêrê.”

Diyar bû ku fermanê û xiyaneta beriya wê dev ji wan berneda bû. Lê baş bû ku serhildêriya çiyê Êzidî parast û nehişt ku xiyaneta li deştê xwe bigihîne wan.

QASIM ŞEŞO BANG KIR, DAÎŞ’Ê SERDEGIRTIN KIR

“Di dema fermanê de roj gelekî germ, şev jî gelekî sar bû. Mezinan hinekî îdare dikir, lê belê zarokan nekarîbûn îdare bikin. Kesî nizanî bû ku wê demeke dirêj li çiyê bimînin. Lewma jî bi kesî re tiştekî ku zarokên xwe pê germ bike neanî bû. Çend roj di ser re derbas bûbûn. DAÎŞ’ê Borik û hemû gundên li derdorê dagir kiribû. Tenê neketibûn Kersê û Şerefeddînê. Piştî rojekê Qasim Şeşo agahî şand çiyê û bang li serokeşîran hemûyan kir. Got, bila serokeşîr hemû bên, em rewşê binirxînin û biryarê bidin bê çi bikin. Vê rewşê gelekî bala min kişandibû. Min jî guh dida tiştên têne axaftin û meraq dikir bê wê çi bibe. Ez, xaltîk û keçeke apê min em li ber çek û cebilxaneya eşîra xwe bûn, me nobet li ber digirtin. Ev wezîfe ji me re hatibû dayin. Cebilxane hemû li bagaja pişt wesayita me hatibûn bicihkirin û wesayit jî li gelî bû. Ji me re digotin, tişta pêwîstiya me pê heye bînin. Yanî me rêya ber bi çiyê kontrol dikir. Mêr li deverên jor ketibûn çeperê, eger DAÎŞ bihata wê parastina gel bikira. Me yê jî cebilxane bigihanda wan. Welesil, dema Qasim Şeşo ji bo civînê bang kir, her wiha got ku cebilxaneya li gel xwe hemûyan bînin. Mezinên malbata me cebilxaneya ku em li ber bûn hemû birin gel Qasim Şeşo. Mezinên eşîra me bi lîstikekê hesiyan û di kêliya dawî de gotin wê neçin. Serokeşîrên din ên li derdorê çûn û demeke kurt piştî ku civînê destpê kir, DAÎŞ’ê avêt ser wê derê. Piraniya yên li wir kuşt. Tiştek bi Qasim Şeşo nehat, nizanim bê çawa tiştek pê nehat. Cebilxaneya me jî li wir hate teqandin. Bi vî rengî derdora Şerefeddînê jî girtin û demeke kurt dengê çekan hat. Em jî ji vê rewşê tirsiyan û em hîn bi jorê ve çûn. Nizanim li wir lîstikeke çawa hebû, lê belê her kesî fêhm kiribû ku tiştek nerast e. Cebilxaneya di destê me de jî ji me girtin. Her wiha li wê derê gelek mirov qetil kirin.

HATINA 12 SIWARIYAN

Piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya bi rojekê her kesî qala gerîla dikir. Digotin ku gerîla hatine Şengalê lê me hîn nedîtibû. Bêguman ez, dayika min, xaltîkên min bêsbir li benda wan bûn. Digotin 12 siwarî hatine. Ew jî hevalên Dilşêr, Memo, Hedar, Agît, Serxwebûn û yên din bûn. Bi giştî 12 gerîla bûn, 12 Siwarî li Şengalê bûn. Giraniya xwe dabûn ser başûrê Şengalê, ji ber ku tiştên DAÎŞ’ê li başûr kir gelekî giran bû û gel li wir asê mabû. Bi hezaran mirov li Qendîl a Şengalê rizgar kirin. Malbatên ji Çilmêra dihatin Şerefeddînê, ji me re qala lehengiya wan gerîlayan dikirin. Diyar bû ku hebûna gerîla hem cesaret hem jî hêvî dabû. Rewşeke gelekî balkêş bû. Em hemû li benda mirinê bûn, her wiha dihate axaftin ku em ê bi çi rengî bimirin, di rewşeke bi vî rengî de bi hatina gerîla re her tişt ji nişka ve guherîn. Xiyanetê li pişt xwe talan, tirsa tunebûnê, bi hezaran şehîd û dîlgirtî hiştibû. Ya ku li wê quntarê bi serê me ve hat travmayeke gelekî mezin bû. Her wiha birçîbûn û tîbûn jî li wê psîkolojiyê zêde bûbû. Di rewşeke bi vî rengî de pêhesîna hebûna gerîla gelekî bedew bû. Hesteke ku nayê vegotin. Dor li me hatibû girtin û dorpêç teng dibû.

BILA HER KES LI BER XWE BIDE, ÊZDATÎ WÊ NEQEDE

Kurê xaltîka min ji Silêmaniyeyê telefon kir û got, ‘Em jî bi gerîla re ber bi Şengalê ve bi rê ketine. Piştî rojek du rojên din em ê li gel we bin. Bila her kes li ber xwe bide, Êzdatî wê neqede’. Em bi malbatî ne xerîbê vê yekê bûn. Me bi nêzîkatiya gerîla û Rêber Apo ya li xelkê Şengalê zanîbûn, me bawer dikir ku wê me biparêzin û gel bi vê zanîbû. Me ji her kesî re got ku gerîla ji bo vekirina korîdoreke mirovahiyê ketiye nava şerekî mezin. Destpêkê kesî bawer nekir. Hinekan ji wan digot, eger dişibin 12 siwariyên ku me li Çiyayê Şengalê dîtin, hingî em ji wan bawer dikin. Sohbet û axaftin bi vî rengî bûn. Piştî xiyanetê êdî axaftin li ser lehengî û hêviyê dihate kirin.

Me dengê şerê ji bo korîdorê ji dûr ve dibihîst. HPG, YJA Star, YPG û YPJ li dijî DAÎŞ ên barbar û li hemberî xiyanetê, ji bo Êzidiyan, ji bo parastina me dest bi şerekî mezin kirin. Li wê korîdorê bi sedan gerîla, şervan şehîd bûn û dawiya dawî korîdor hate vekirin. Ev yek ji bo her kesî bû hêvî. Gerîlayên ku hatin gerê gerîla dan wê korîdorê. Bi qasî ku ji wan hat, wesayit bi xwe re anîn; mirovên nexweş, nikarin bimeşin û rewşa wan giran li wesayitan siwar kirin. Em jin jî ji gundê Dugirê heta sînorê Rojava meşiyan. Bi saetan meşiyan. Di rê de her gerîlayên em lê rast dihatin av û xwarin ji me re anî bûn. Zarok û extiyar li pişta xwe dikirin. Vê nêzîkatiyê gelekî bandor li min kir û min xwest li gel wan bimînim. Min ev yek ji malbata xwe re got, wan jî gotin bi me re bê heta sînor, piştre tu yê biçe gel wan. Bêguman bi vî rengî nekirin. Piştî ku em gihîştin Cezaayê ez li wir nehiştin. Dema ku em gihîştin Rojava, tişta ku me dît bandor li me hemûyan kir. Zarokên biçûk jî hatibûn pêşiya me. Zarokên 6-7 salî bi şûşeyên avê li benda me bûn. Ava ku me ji wan destên biçûk vexwar, bû jiyan ji me re. Em wê rojê care duyemîn hatin dinyayê.

MÎNA KERIYÊ KOLEYAN LI ME DINIHÊRÎN

Em şevekê li ser sînorê Başûr û Rojava man û piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Me xwest li Rojava bimînin, lê belê apê min û yên derdora wî ku pêşengî ji me re dikirin, em xapandin û derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Li wir em 6 mehan li dibistanekê man. Her kes li wê dibistanê ji ber êşên xwe ketibûn şînê. Ya ku bi min bêwate bû ew bû ku em çima hatine mala yên ku xiyanet li me kiriye. Vê nakokiya min dikir ku hîn bêhtir ji ap û bavê xwe qut bibim. Ji ber ku wan em biribûn wê derê. Xwarin anîn ji me re, xwarin jî tenê savar an jî nan bû. Ji bo wê xwarinê bidin jî em hemû xistin rêzê. Kaxizek dixistin destê me û bi nîşandana wê kaxizê kulmek savar didan me. Bi çavê keriyekî koleyan li me dinihêrîn. Rûmeta me dişikandin. Nêzîkatiya herî xerab a li gelekî ku komkujî lê hate kirin, bi vî rengî bû. Min dixwest ku li Şengalê di fermanê de bim, lê li vir nekevin rewşeke bi vî rengî; qet nebe em ê li ser xaka xwe bi rûmetî bimira. Ev rewş bi zora dayika min, xwişk û birayê min jî diçû. Piştre em ji wir çûn û hatin sînorê Rojava û Başûr. Demekê li wir man. Me debara xwe bi zehmetî dikir. Di mijara xwarin û stargehê de gelekî zehmetî hebû. Jiyana koçberiyê gelekî zehmetî li me kir.

EM JI NÛ VE VEGERIYAN ŞENGALÊ

Piştî ku em ji Şengalê derketin DAÎŞ’ê êrîşî korîdora mirovahiyê kiribû û girtibû. Hevalan careke din bi şerekî giran korîdor vekirin û em bi malbatî di sala 2015’an de careke din vegeriyan Şengalê. Bêguman armanc û xeyala min ew bû ku bibim gerîla. Berê malbata min nehiştibû, lê min ji bîr nekiribû. Di dilê min de ew daxwaz hebû ku careke din vegerim Şengalê û tevlî lêgerînerên heqîqetê bibim. Lewma vegera li Şengalê ji bo min diyarker bû. Min biryara xwe dabû; êdî ti tişt wê ji bo min mîna berê nebûya.

Dema ku em vegeriyan, em çûn gundê Yûsûfanê. Gundê berê yê kalê min bû û piştî fermanê vegera li wê derê ji bo min gelekî bi wate bû. Li Şengalê berxwedaneke gelekî mezin hebû û nedibû ku min xwe ji vê vegirtibûya. Navenda Şengalê û gundên li derdorê hîn di destê DAÎŞ’ê de bûn. Dema ku min şervanên jin ên YJA Star, YPJ û YPJ-Şengal dît, min xwest ez jî bibim mîna wan. Tevlî Pêngava Azadiyê ya Şengalê bûm. Gava ku min hevalên Dersim Kobanê, Hedar û şehîd Çiya dît gelekî ji wan bi bandor bûm. Wan dema ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin jî xwarina xwe didan gel. Îradeya wan min û her kes hîn bêhtir ber bi xwe ve dikişand. Gerîlayên ku dîtin ez bi bandor bûme, ji min re gotin ku tu jî li qadên têkoşînê yên gelê xwe cih bigire. Herî zêde heval Hedar bandor li min kir û bi piştgiriya heval Hedar biryardariya min xurtir dibû. Heval Hedar yek ji 12 Siwariyan bû, yanî di dema fermanê de ew jî bi me re bû.

Ez êdî bi wan re mam. Sala 2017’an ez jî bûbûm parçeyek ji vê têkoşînê û haya min ji berpirsyariyên min hebûn. Sala 2019’an weke jineke Êzidî min xwest rojnamevantiyê bikim. Diviyabû min rastiya dijmin, di heman demê de rastiya fermanan ji gelê xwe û jinan re ragihînim. Ji wê rojê ve bi vê erkê radibim. Bi saya Rêbertî me xwe gihand cewhera xwe.

Eger roj neçûbûya ava wê çîroka Nûhat çend rojên din jî dewam bikira. Lê belê em vegotina çîroka Nûhat li vê derê bi dawî dikin. Bûyerên bi serê her jineke Êzidî ve hatiye dişibe hev. Lewma çîroka Nûhat li vê derê bi dawî dikim, lê belê di çîroka her jineke Êzidî de wê çîroka Nûhat û jinên din ên mîna wê her tim bê vegotin.

ROJBÎN DENÎZ- ŞENGAL

 

Show More
Back to top button
Peywendî deynin