Yek ji qehremanên Çiyayê Şengalê, Memoyê Elî

Ji dîroka Êzidiyan ne mohra fermanan kêm bûye ne jî sond û peymana berxwedêran. Çiyayê Şengalê ku her bûye stargeha berxwedanan, di 1937’an de jî li hemberî êrîşên Hisên Fewzî Paşa bûyê şahidê berxwedana Memoyê Elî.

Di helbestekî de derbas dibe, dibêje “Bipirse ji Îskenderê Mezin. Ew ê bêje te çend dijwar e tîra min. Ew ê bêje te çîroka min. Ev çiya carekî rabûne ku hev bitewin.” Çiyayên ku serî rakirine çiyayên pîroz in. Agirî, Gabar, Cudî, Şengal… Şervan û berxwedêrên van çiyayan jî xwedî sond û peyman in. Ji Biroyê Heskî Têlî heya Memoyê Elî, ji fermandar Egîd heya Zerdeşt Şengalî.

Şûrê fermanê ya ku li ser serê Ezidiyan rabûye ev hezar sal in her li ba ye. Li hemberî fermanan jî agirê berxwedanê her dadayî ye. Di esasê xwe de çîrok û leheng sed e lê dîrok yek. Dijminatiya li dijî Êzdiyatiyê di dîrokê de her berdewam bûye. Mohra fermanan jî kêm nebûye sonda şervanan jî. Çawa di 1937’an de Memoyê Elî wekî pêşengekî berxwedana Çiyayê Şengalê hate qetilkirin, di 2020’an de jî Zerdeşt Şengalî. Eger em bêjin ev her dû êrîş bi yek armancê bûn ne tiştek balkêş e, ji ber ew her du êrîş ji bo tunekirina ola kevnar a Êzidiyan bû.

Dijmin bê îxanetkar û hevkaran nabe

Di nav 73 fermanên ku hatine sere Êzdiyan de, destê dewleta Osmanî di piraniya wan de hebû. Lê dijmin bê hevkar û îxanetkaran nabe. Çawa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta tirk êrîşî Şengalê kir û pêşmergeyên PDK’ê jî li pişta xwe nenêrîn û bazdan. Ev îxanet bû sedem ku bi sedan Cîlan û Zêrê bikevin nav lepên çeteyan û li bazaran werin firotin. Her wiha kuştina kalemêr û zarokên Êzidiyan, ku pêşeroj û paşeroja Êzidiyan temsîl dikirin. Dîroka fermanan her wiha dîroka îxanetkar û lehengan e. Me jî hewl da di vê raportê de çîroka berxwedan û têkoşîna Memoyê Alî derxin holê.

Êrîşa Hisên Fewzî Paşa û berxwedana Memoyê Elî

Di sala 1937’an de, ji aliye artêşa Bekir Al-Sedqî ku wê deme fermandarê giştî yê hêzên Îraqê bû, biryar li ser tevahiya hêzên çekdar hate dayîn ku bi taybet li dijî Kurdan şer bikin. Çiyayê Şengalê jî ji wan biryarên Bekir Al-Sedqî bêpar nema û Memo Elî Heso yê ji eşîra Bekê ya Êzidiyên Şengalê, di berxwedana li hemberî vê êrîşê de tê qetilkirin. Hisên Fewzî Paşa bi biryara Bekir Al-Sedqî berê xwe dide Deşta Mûsilê, bi awayek hevbeş li gel artêşa Osmanî êrîşî ser wargeha miqaddes Şengalê dikin. Di vê êrîşê de Memoyê Alî wek sembola serhildana gelê Êzidî hat naskirin. Ji ber yekemîn kes bû ku heya dawî li ber xwe da û bi awayekî hovane tê qetilkirin.

Berxwedana li Geliyê Kêrox a Çiyayê Şengalê

Memo Alî Heso, di sala 1917’an de li gundê Osivan a li Çiyayê Şengalê çavê xwe li dinê vedike. Di temenê xwe yê piçûk de fêrî bikaranîna sîlehê dibe û li gel malbata xwe karê çandiyê dike. Di sala 1936’an de, ji bo civaka Êzidî ji nav bibin tugayek ji leşkerên Bekir Al-Sedqî ku Hisên Fewzî Paşa serkêşiya wê hêzê dikir, bi hevbeşiya artêşa Osmaniyan êrîşî ser Çiyayê Şengalê dikin. Wê demê Memoyê Alî ku di temenê xwe yê 20 salî de ye, tevî Êzidiyên berxwedêr dest hiltînin û bi sîlehên xwe yên kêm û sivik li Geliyê Kêrox ê Çiyayê Şengalê li ber artêşa dagirkeran disekinin, heya dawî şer dikin û li hemberî êrîşkeran ser natewînin, dest danayînin.

27 leşker tên kuştin, serê Memoyê Elî tê jêkirin

Yek ji şahidên vê berxwedanê dayika Memoyê Elî, Dayê Şêrînê ye. Dayê Şêrînê ji bo heqîqeta vê berxwedanê bigihîne nifşên nû, di sala 2007’an de beriya ku biçe ser dilovaniya xwe ji bo hin lêkolîneran wiha behsa wê êrîş û qetilkirina kurê xwe Memo û hevjînê xwe Elî Heso dike: “Em di nava baxçe de bûn dema artêşa Osmaniyan êrîşî ser me kir. Elî û Memo bi hev re dest avêtin çekên xwe û li ber wan sekinin. hejmara artêşê pir zêde bû, Memo û Elî li ber xwe dan. Heya ku 27 leşker kuştin û bi dehan birîndar kirin. Di wê dema şer de bavê Memo (Elî) ji aliye artêşê ve hate qetilkirin. Piştî demekê ez jî birîndar bûm. Di şer de guleyek li sîleha Memo ket, Êdî Memo nekarî sîlehê bikarbîne. Di wê deme de Memo xençera xwe hilgirt û çû ser darekê lê artêş hate ew dorpêçkirin û girtin. Kevirek li wir hebû serê Memo danîn ser kevir û serê wî jêkirin û ji bo qomîtanê xwe birin ku navê wî Hisên Fewzî Paşa bû. Piştî ku artêş ji gund derket, kesek hebû jê re digotin Deqo Hebabî. Wî ez birim mala xwe, birînên min derman kirin heya ez sax bûm.”

Ev ne çîrokek xeyalî ye ku hatiye çêkirin. Belkû di dîrokê de ne tenê Memoyê Elî û Zerdeşt Şengalî hatine hedef girtin. Her dema ku civaka Êzidî ji bo jiyaneke azad gavekî pêş de avêt, dijminên Êzidiyan bi taybet jî dewleta tirk a dagirker hewl daye civaka Êzidî ji nav bibe.

Dijmin hat û çû lê Çiyayê Şengalê ma!

Gundê ku Memoyê Elî tê de jiyan dikir di sala 2014’an de jî bû cihekî ku bi sedan Êzidiyan xwe spartinê û li hemberî DAÎŞ’ê sekinîn. Mala Memoyê Elî li gundê Osiva, li bakûrê Çiyayê Şengalê ye. Niha malbateke Êzidî tê de bi cih û war bûye ku ew malbat jî, ji ber hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê reviyaye û xwe spartiye warê Memoyê Elî. Ji ber tenê Çiyayê Şengalê kariye Êzidiyan biparêze, di hemû fermanadan de ev çiyayê pîroz bûye stargeh ji bo Êzidiyan. Û Çiyayê Şengalê ji bo hemû îxanetkar û hevkaran vê peyamê dide: “Ew hatin û çûn lê ez li vir im.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button