Yek ji rusipiyê Ereb ê Şengalê: Em bi hêza xwere ne 

Yek ji rusipiyê gundên Ereb yê li Medîban ya ser bi Şengalê got; “Divê em weke rusipiyên herêmê bûyerên dawî qebûl nekin, zarokên me ji bo rizgarkirina herêmê xwe birêxistinkirine û me ji bo vê bi dehan şehîd dane. Em wek gelê herêmê li gel hêzên xwe yên leşkerî ne û piştgiriya wan dikin.”

Yek ji rusipiyên gundê Ereb yê li Medîbanê Mideb Alşelal û welatiyê bi navê Necmedîn Ehmed yê xelkê gundê Zeko ya Şengalê, derbarê êrişên ser Şengalê de ji Rojnews re axivîn.

Destpêkê yek ji rusipiyê Medîbanê Mideb Alşelal derbarê êrişa ser Şengalê û rewşa dawî ya li Şengalê de axivî.

Alşelal dibêje; “Divê em weke rusipiyên herêmê bûyerên dawî qebûl nekin, zarokên me ji bo rizgarkirina herêmê xwe birêxistinkirine û me ji bo vê bi dehan şehîd dane. Em wek gelê herêmê li gel hêzên xwe yên leşkerî ne û piştgiriya wan dikin. Em bang li civaka sivîl dikin ku li cem yekîneyên berxwedana Şingalê cihê xwe bigirin. Em qebûl nakin ku em bibin aliyekî ji berjewendî û zextên siyasî yên dewlata Tirk û yên derve. Ji ber ku me herêmên xwe bi xwîna zarokên xwe azad kir. Divê hikûmeta Iraqê vê mijarê baş bizane.”

‘Şengal cihê herî ewle ya Iraqê ye’

Alşelal di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê bê zanîn dema ev herêm hate rizgar kirin du hêz li Şingalê nebûn û got; “Me di sala 2016’an wek civaka ereb xwe rêxistin kir û herêmên xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir, tu hêz li vir nebû. Ji wê demê heta niha, herêmên me herêmên herî bi ewle ne û bûyerên cuda li herêmê runedane, Şengal herêma herî ewle ya Iraqê ye. Me bi rêxistinkirina xwe pirsgirêkên ku di navbera pêkhateyên Êzidî û Ereb de bûn çareser kir. Ew pirsgirêkên ku hebûn jî dewletê nedikarî çareser bike. Lê belê bi rêxistinbûyînê re me hemû pirsgirêkên li herêmê çareser kirin. Me weke gelê herêmê pirsgirêkên xwe yên siyasî û leşkerî  û civakî çareser kir. Her kaos û pirsgirêkên li herêmê diqewemin, ji aliyê hin partiyan û hêzan ve tê meşandin.”

‘Xwedî li şehîdên xwe derkevin’

Mideb qala keda şehîdan kir û wiha dawî axaftina xwe anî; “Şengal li Iraqê herêma herî ewle ye. Em êrîşa li ser hêzên xwe û bêçekbûna wan piştî keda 6 salan qebûl nakin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî û siyasî re ne. Me xwe di warê siyasî, civakî, partîbûn û leşkerî ve bi rêxistin kiriye û mafê tu kesî nîne ku vê rêxistinbuyîna ku li herêmê heye xirab bike. Em bang li hemû civakên sivîl dikin ku li derdora hêza xwe ya paristinê kom bibin û xwedî li keda şehîdan derkevin’’

‘YBŞ hêzek fermî ye’

Şêniyê gundê Zeko, Necmedîn Ehmed Zeko jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Necmedîn da zanîn ku şervanênYBŞ’ê hemû zarokên herêmê û hemwelatiyên Iraqêne; “Em bang li hemû fermandarên Iraqê û yên YBŞ’ê dikin ku van pirsgirêkan li Şengalê bi rêyên aştiyane û diyalogê çareser bikin. Ji ber ku Şengal herêma herî bi ewle ya li Iraqê ye.  Em naxwazin şer di navbera YBŞ’ê û artêşa Iraqê de  çêbibe, YBŞ hemû zarokên vî gelî ne. YBŞ’ê hêzekî fermî ya bi ser Heşda Şebî ye.  Di YBŞ’ê de hem zarokên me û hem ji zarokên gelê me yê Êzidî cihê xwe digirin. Em hemû jî di dawî de hemwelatiyên Iraqê ne. Ev şer ne di birjewendiya Iraqê de ye.

Me di sala 2014’an de pir zor û zehmetî dît. Em naxwazin carekî din ji axa xwe koçber bibin. Em bang li serokwezîr û saziyên sivîl dikin pirsgirêkê bê şer çaraser bikin.”

SOZDA XEBAT-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button